‘Kurdistan’ her tim tirsa dijmin e!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:51

Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de polîsan dest danîn ser pirtûkên peyva “Kurdistanê” tê de heye. Polîsên ku bi ser standa Pirtûka Kurdî de girtin, bi hinceta “qedexe û talûke ne” dest danîn ser pirtûkên “Kurdistan 1915-1920”, "Cangoriyê Kurdistanê Hîlmî Yildirim ê Mûşî” û “Hikûmeta Kurdistanê”. 

Di heman demê de ji xebatkarên standê Mehmet Sebîh Yoldaş jî hate destgîrkirin. 

Koordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev bertek nîşanî serdegirtina polîsan da û da zanîn ku di tevahiya rojê de rastî tacîza polîsan hatine. Berşev, got ku ber bi danê êvarî ve komeke polîsan hatine standê û yek bi yek tevahiya pirtûkan lêkolîn kirine. Berşev, diyar kir ku polîsan dest danîn ser pirtûkên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibin. Bi domdarî Berşev anî ziman ku polîs bi serdegirtinê re hewl didin pêşî li ber firotina pirtûkan bigirin û wiha bi dawî kir: “Em bêtehemûliya li hemberî peyva Kurdistanê qebûl nakin. Em vê rewşê şermezar dikin.” 

ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.