Em mecbûr in rastiyê bidin

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:35

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu bal bire ser operasyona li ser çapemeniya azad a Kurd, diyar kir ji bo çapemeniya Kurd bêdeng bikin vê dikin û got wezîfeya wan e ku rastiyê ragihînin.

Hevseroka Komeleya Mafê Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû got encamên hilbijartina 31’ê Adarê bi bîr xist, destnîşan kir AKP-MHP’ê derbeke mezin xwarin, wan hay ji planên şer ên dewleta Tirk hebû û got,’’J xwe serdana Erdogan a li Başûrê Kurdistanê hebû. Di encama vê serdanê de jî plana xwe hebû ku PDK û hikumeta Iraqê tevlî vî şerî bike. Heman piştî van hevdîtinan dest bi hewldana bêdengkirina çapemeniyê kir. Ne operasyona li Belçîkayê ne jî operasyonên li Enqere û Stenbolê ji vê yekê cuda nînin."

Operasyona bêdengkirinê

Dîcle Muftuoglû diyar kir ku ji bo bêdengkirina çapemeniya Kurd a ku berxwedana Kurdan radigihîne û kiryarên binpêkirinê yên desthilatdariyê bi hemû rastiya xwe radixe pêş çavan, operasyonek hate kirin û got, "Bi vê yekê re amadekariyên destpêkê yên şer têne kirin. Em ji dema nêzîk ve bi vê zanin. Ji sala 2022'an û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê gelek operasyon li dijî çapemeniyê hatin kirin. Di vê demê de nêzî 35 hevalên me yên rojnamevan hatin girtin û temamiya wan jî di pêvajoyên dîrokî de hatin girtin. Destpêkê di operasyona 8'ê Hezîranê de ku desthilatdariyê amadekarî ji operasyona li derveyî sînor re dikir, ketin nava lêgerîna bêdengkirina çapemeniyê.’’

Ji bo rastiya şer veşêre

Dîcle Muftuoglû ragihand, desthilatdariya AKP-MHP di nava amadekariya şerekî de ye, ji bo zerara vî şerî veşêre zexta li ser çapemeniyê zêde kiriye û wiha dewam kir, "Ya ku asta vî şerî ragihîne û rojnamevantiyeke rasteqîn bike Çapemeniya Azad e. Hewl didin wan bêdeng bikin. Ji ber ku rastiya çapemeniyê ya ku ji damezrandina Tirkiyeyê ve bi pirsgirêk e, di dema desthilatedariya AKP'ê de ser û bin bûye. Hewl hate dayin, her kesên ku ne alîgirên AKP'ê ne ji nava pênaseya rojnamevantiyê bêne derxistin. Ji bo vê jî qanûn hatin amadekirin.’’ Muftuoglu bi domdarî got,’’ Niha jî bi operasyonên bi heman rengî hewl dide vê rengê asteng bike."

Wezîfeya me ragihandina rastiyê ye

Dîcle Muftuoglû destnîşan kir ku li gel zext û girtinê jî ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li rastiyê bernedin û got,’’  Em rojnamevan in, wezîfeya me ragihandina rastiyan e. Dema ku em vê dikin, vê yekê ji bo gel dikin. Rojnamevanek berpirsyar e ku civakê agahdar bike. Ev rewş wezîfeya me ya pîşeyî ye. Weke Çapemeniya Azad bi têkoşîna xwe ya 30 salên dawî re em dixwazin vê rewşê bigihînin asteke hîn bilind. Mîsyona me ya ku ya nayê dîtin bibînin û yên dengê wan nayê bihîstin bidin bihîstin. Em neçar in ku rastiyên têkildarî pirsgirêka Kurd binivîsînin. Berpirsyariya me ye ku binpêkirina mafên mirovan, her wiha têkoşîn û berxwedana hebûnê ya Kurdan binivîsînin.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.