Kurdî meseleyeke hevpar e

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 02:05

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Ercan Yilmaz derheqê êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî diyar kir dewleta Tirk bi rengekî pragmatîst nêzîkatî li Kurdî dike, ev bi xwe re çareseriyê nayîne, li gel her cure zext û zordariyên 100 salî jî Kurdan zimanê xwe bernedane û got ev mesele meseleyeke hevpar a hemû Kurdan e û xwest ku Kurdî bi fermî were naskirin.

Van demên dawî êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî  zêdetir bûne. Bi van êrîşên ku bi biryara AKP-MHP’ê têne rêvebirin hewl tê dayin ku çand û zimanê Kurdî were krîmînalîzekirin, hêmanên bingehîn ên gelê Kurd jê ve weke hêmanên sûc têne nişandan û Kurdan bi zimanê wan, bi cil û bergên wan, bi govenda wan, wan çavtirsandî dikin. 

Derheqê van êrîşên bi hovîtî yên li ser çand û zimanê Kurdî Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Ercan Yilmaz qanûna 1921’ê destnîşan kir û got,’’Bi guhertinên piştî Destûra Bingehîn a sala 1921'ê hatin kirin re hewl dan ku civakê bikin yek tîp. Em hin qanûnan hîn jî nîqaş dikin; pîvanên trajîkomîk hene ku li hemberî kesên ku li derve û li nava jiyanê bi Kurdî diaxivin cezayê pere tê birîn. Bi salên 1990'î re ku êdî Kurdî û Kurd li her qadê bûn, înkarkirin nedibû, dewletê vê carê hewl da Kurdî û Kurdan krîmînalîze bikin. Ev pêvajo heta navbera salên 2011 û 2012'an dewam kir.’’

Bi şer re êrîş zêde bûne

Yilmaz bi domdarî anî zimên bi destpêkirina hevdîtinên danûstandinan ên di mijara çareseriya meseleya Kurd de li nava tevahiya civaka Tirkiyeyê li ser hebûna Kurdî û Kurdan kêm jî be nîqaşekê destpê kiriye lê belê piştî sala 2015'an pêvajoya şer ji nû ve destpê kir, êrîşên nijadperestiyê yên li hemberî Kurdan, bi giranî li ser zimanê Kurdî hatin kiri û got,’’Bi dehan konser û şanoyên bi Kurdî hatin qedexekirin. Li herêmê bi destpêkirina kiryarên qeyûm re êrîş li ser feraseta şaredariya pir zimanî hate kirin û vê rewşê heta niha jî dewam kir."

Nivîs bi daxwaza walî jêbirin

Yilmaz anî ziman ku piştî şaredarî ji qeyûman hate standin, feraseta pir zimanî ya şaredariyê ji nû ve destpê kiriye; kreş, konservatûra û kursên bi zimanê Kurdî ji nû ve dest bi kar kirine, tabelayên pir zimanî ji nû ve hatin daliqandin û got,’’ Di vir de jî me êrîşa desthilatdariyê dît; nivîsên li ser rê yên ji bo hişyarkirinê bi du zimanan hatin nivîsandin bi daxwaza walîtî û qeymeqamtiyê yekser ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin jêbirin. Ev rewş di êrîşa li ser çand û zimanê Kurdî de asta herî bilind e. Beriya niha bi demeke kurt Wezîrê Karên Hundir serdana Amedê kir. Dema ku hat Amedê ji ber ku zane Amed bajarekî Kurdan e û bi vê rastiyê bal kişand ser Feqiyê Teyran.’’ Yilmaz dirûtiya rêveberiya AKP ya li bara wiha destnîşan kir: ‘’Lê belê dema ku ew ji bajêr çû bi demeke kurt, li gelek bajaran êrîşên li ser Kurdî destpê kirin û ji bo li nava jiyana civakî axaftina bi Kurdî bê astengkirin gelek tedbîr hatin wergirtin. Meseleya zimanê dayikê li Tirkiyeyê meseleyeke hevpar a hemû Kurdan e. Kurd dixwazin astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî ya li jiyana civakî û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bêne rakirin. Divê desthilatdarî guh bide van daxwazan."

Bi pragmatîzmê çareser nabe

Yilmaz got, "Nêzîkatiya bi feraseta nijadperestî û neteweperestiyê ya li çand û zimanê Kurdî nayê qebûlkirin" û axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Sed sal in bi vî rengî nêzîk dibin. Kurd hîn jî di bikaranîna zimanê xwe yê dayikê de israr dikin. Ev israr mafekî herî mirovî yê xwezayî ye. Wezîr dema tên herêmê ramanger, nivîskar, zanyarên Kurd bi bîr tînin, lê belê piştre hêzên wan ên ewlekariyê êrîşê dibin ser Kurdî.

Li vê derê siyaseteke rojane ya pragmatîst dikeve dewrê ku dûrî çareseriya meseleyê ye. Me bi salên dûr û dirêj tecrûbe kirin ku ev yek tevkariyê li çareseriya meseleyê nake. Ya ku divê bê kirin ew e ku nêzîkatiyeke standart a gerdûnî li meseleya ziman bê nîşandan."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.