Kurd û stratejiya Biden

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 16 Mijdar 2020 - 23:32

Encamên hilbijartinên serokatiyê yên Emerîkayê ku her kes li bendê bû, êdî diyar bû. John Biden piraniya dengan bi dest xist. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji salên 90’î û heta niha, ev cara yekemîn e ku serokekî Emerîkayê tenê 4 salan wek serok dimîne û di dewreya duyemîn a serokatiyê de bi bin dikeve. Ev mijar taybet jî guhartinên cidî û mezin di siyaseta Emerîkayê ya hundirîn û derve de wê bi xwe re bîne.

Beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinên Emerîkayê, der barê siyaseta Biden a li cîhanê û Rojhilata Navîn û nexasim der barê Kurdan de, gelek analîz, şîrove û dosya di çapemeniya cîhanê û herêmê de hatin weşandin. Di wan de, 4 xalên hevbeş ên girêdayî siyaseta Biden hebûn û ew jî; alîkariya bi Kurdan re, vegera hevpeymanên bi Îranê re, meşandina siyaseteke dijwar li dijî Rûsyayê û nerazîbûna wî ya li dijî rejîma Tirk û nexasim Erdogan.

Çavdêr dibînin ku serdema Biden wê ne wekî ya Obama û Trump be, berovajî wê diyarkirina rûyê nû yê sîstema cîhanî, ango ji xêzkirina nexşerêya nû ya cîhanî û nexasim a Rojhilata Navîn bigire heta peymanên nû yên sedsala pêşiya me. Bêguman Biden û dewleta kûr a Emerîkayê wê bi rêya dîplomasiyê bi van erkên dijwar rabin. Mirov dikare bêje ku serdema Biden wekî serdemeke meşandina asteke bilind a dîplomatîk be.

Gelê Kurd jî mîna gelên ên cîhanê li benda encamên hilbijartinên Emerîkayê bû. Piştî ku Biden ku hevaltiya xwe bi Kurdan re tê naskirin, bû serokê DYAʼyê, rihetiyek li gel Kurdan çêbû, nexasim li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Lê divê Kurd ji bîr nekin ku serokên Emerîkayê her bi dirûşma "Destpêkê Emerîka" kar dikin. Bi vê yekê diyar dibe ku Emerîka taybetmendiyeke xwe heye ew jî ku welatekî li ser esasê sazîbûnê kar dike, berovajî sîstemên li Rojhilata Navîn in, ne li ser esasê kesan. Trump ku bi telefonekê her tişt diqedand û destûr da dewleta Tirk ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, hewl da vê taybetmendiya Emerîkayê bişikîne. Ev jî sedemek e ku Kurd ji serokatiya Biden rihet in. Dema dibêjim Kurd ne tenê behsa Kurdên Rojava dikim, lê belê kurdên Başûr, Bakur û Rojhilat jî dikim.

Baş e, gelo Kurd ji vê serdema Biden re amade ne yan na? Kurd amade ne ku siyaseta Emerîka ya nû li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî bi kar bînin û sedsala pêşiya me de bibin hêzek û xwedî statu li herêmê. Dewleta Tirk a dagirker, beriya hilbijartinên Emerîkayê ji bo ku Kurd di sîstema nû yê cîhanî de cih negirin, êrişî Başûrê Kurdistanê kir û beriya wê jî êrişî Rojava kir. Dewleta Tirk ku bi şer nikaribû tiştekî bidest bixe, vê carê bi rêya şerê taybet û zexta li ser PDKʼê dixwaze Kurd di nava xwe de bikevin nava şer. Bi vê yekê dewleta Tirk wê ji rêveberiya Emerîka ya nû re bêje ku binêrin Kurd bi xwe şerê hev dikin û hev dikujin, ne hêja ne ku bibin xwedî statu. Di heman demê de, dewleta Tirk a qirker dizane ku eger şerekî birakujiyê li Başûr çêbe, wê yekser bandoreke neyinî li danûstandinên yekitiya kurdî li Rojava jî bike û bihêle ku kurdên Rojava jî yekitiya xwe çênekin. Di vê çarçoveyê de, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi hevdîtina xwe ya Al-Monitor re, girîngiya dema niha û stratejiya pêş a Kurdan bi peyamên girîng şîrove kir. Ebdî piştrast kir ku şerê navxweyî yê Kurdan wê her kes jê zerarê bibîne û PKK û PDKʼê jî wê jê zerarê bibînin.
Lewra di vê demê de, çi ji bo Kurdan pêwîst e? Eger Kurd xwe ji bo pêvajoya serdema nû ya cîhanê re amade bikin, divê li ser çar xalên girîng bixebitin:
a-Meşandina dîplomasiyeke xurt li ser asta Kurdistanê, lê divê taybetmendiya her parçeyekî di ber çavan re were derbaskirin. Wekî me li jorê anî ziman, serdema Biden a dîplomatîk e, dûrî şerên giran e.
b-Xurtkirina têkiliyên bi pêkhateyên herêmê re û destpêkirina xebatên dîplomatîk bi dewletên Ewropa, Ereb û Îsraîlê re.
c-Çi dibe bila bibe, rêgirtina li pêşiya şerekî birakujiyê yê Kurdan.
d-Pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd.

Li ser vî esasî, divê Kurd ji vê pêvajoya nexşerêya nû ya cîhanê û sîstema nû re amade bin û ji qalibên kevin derkevin. Eger rêveberên Kurdan di qalibên xwe yên kevn de biminîn û bi çerxa demê re xwe nekin yek, ne Biden û ne jî tu kes alîkariya wan dike. Esas di vir de, Kurd bi xwe ne û divê li gorî hevsengiyên herêmî û cîhanê êdî tevbigerin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.