- Rêxistinên diyanetên li Kurdistanê di hewarê de yek in!
Hevseroka NAV-YEK´ê Yildiz: Em li Ewrûpayê ne, lê berê me li welatb e. Beramberî mexdûrên erdhejê, em xwe berpirsiyar dibînin, em xwedî li wan derdikevin.
Hevserokê FEDA´yê Demir Çelik: Cemên Xizir hatin kirin. Bi beşdariya canên ciwan û jin alîkarî hat berhevkirin û ev alîkarî me gihand Heyva Sor a Kurdistanê.
Serokê CÎK Hafiz Turhalli: Me gava pêşî 7 TIR alîkarî şandin. Em ê mirovên xwe hewcedarî vê sîstema ceberût û firawunî ya desthilata Tirk nekin.
ARAT ARARAT
Ji ber erdheja ku li Kurdistan, Tirkiye û Sûrî li ewrûpayê gelek saziyên ji Kurdistanê ji bo hewarê seferber bûn. Rêxistinên bawermendên ji baweriyên cihê jî parçeyek ji vê seferberiyê ne. Saziyên Elewî, Êzîd û Mislimanên ji Kurdistanê yên li Ewrûpayê li ser xebatên xwe yên hewarê em agahdar kirin.
Yekîtiya Komela Êzîdiyan (NAV-YEK) a li Elmanyayê xebatan dike. Hevseroka wê Çîçek Yildiz got, ew bi rêxistinên xwe yên jin û ciwanan di nava maseyên krîzê de cihê xwe girtine û wiha dewam kir: “Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) hesabekî taybet ê bankê ji bo alîkariyê vekir û pê me dest bi berhevkirina alîkariyê kir. Li Hannoverê me dezgeha agahdarkirinê û li bajarên Wesel, Celle û Emmerichê jî me dezgehên xwarinê danîn.”
Xebatên dîplomasiya hewarê jî dikin
Hevseorka NAV-YEK´ê Yildiz got, wan xebatên dîplomasiyê jî meşandine: “Em bi rojnamevan, rêxistinên siyasî û yên civaka sivîl, rêxistinên alîkariyê peyivîn. Em dixwazin heyetan bişînin devera erdhejê. Em plan dikin li bajarên weke Frankfurt, Hamburg, Bremen û Celleyê bi civînan civaka Elman agahdar bikin li ser rewşa herêmê, xebatên hewarê, pêdiviyên xelkê û helwêsta dewleta Tirk.
Em li Ewrûpayê ne, lê berê me li welatê me ye. Ciwanên me yên Êzîdî ji bo ku herin herêmê, tên cem me. Beramberî mexdûrên erdhejê, em xwe berpirsiyar dibînin, em xwedî li wan derdikevin.”
Dergehên me li xelkê vekirî ne
Hevserokê Federasyona Demokratîk a Elewiyan a li Ewrûpayê (FEDA) Demir Çelîk jî got, ew li devera erdhejê hevkariyê dikin bi HDP´ê û maseyên krîzê yên li cihê cih. Wî li ser xebatên xwe ev agahî dan: “Li Elmanyayê li bajarên Dortmund, Freiburg, Leverkusenê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li paytexta Fransayê Parîsê û gelek deverên din dergehên me vekirî ne. Me ji bo piştgiriya civakî çalakî kirin. Cemên Xizir hatin kirin. Bi beşdariya canên ciwan û jin dezgeh hatin danîn û alîkarî hat berhevkirin.” Wî da zanîn wan ew alîkarî gihandiye MAR-DEF û Heyva Sora Kurdistanê.
Demîr Çelîk got hewar zû bi zû bi dawî na be: “Em diçin serdana canên me yên ku xizmên wan di erdhejê de mirin, em teziyeyan organîze dikin.” Wî da zanîn ku li dijî nexweûiyên vegir jî ew hewl didin bi rêxistinên weke bijîşkên Sînornenas, Rêxistina Sihetê ya Cîhanê, UNESCO û Yekîtiya Dermançêkeran a Cîhanê re bipeyivin.
Demir Çelîk bal bire ser hewldanîn kurdkujiyê yên dewleta Tirk jî û ev bang kir: “Ez bang li her kesî dikim da ku piştgiriyê bikin, bibin hevxem û hevkar, bi hev re têkoşînê xurt bikin û jiyanê li ser erdên xwe ji nû ve ava bikin.”
CÎK´ê 7 TIR gihandin hewarê
Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Turhalli, da zanîn ku piştî erdhejê, wan li tevahiya mizgeftên Kurdistaniyan hewar ragihandiye û got, “Ji bo pêçana birînan rêveberiyên mizgeftên me û xebatkarên me yên li Awusturya, Norwêc, Fransa, Holanda, Elmanya, Belçîka, Swîsreyê mal bi mal geriyan, alîkariya madî berhev kirin. Em çûn cem Ereb, Pakistanî, Arnewût, Elman û Fransiyan, me doza alîkairyê li wan jî kir. Komên ku mizgeftên me ava kirin, çûn cihê erdhejê, li wir pêdivî tesbît kirin û ew pêdivî kirrîn. Li gorî pêdiviyên maseyên krîzê, ji rûn, zeyt û konan heta bi cilûbergên zarokan, me her pêdiviya lazim gihand Amed, Semsûr, Mereş, Riha û Meletiyê, li wir me gihandin gelek gund û navçeyan”. Wî da zanîn ku wan 7 TIR pêdiviyên sereke û malzemeyên tibî şandine Bakur û Rojavayê Kurdistanê,
Turhalli eyatên Quranê jî bi bîr xistin û ji bo dewleta Tirk û rayedarên wê got, “Em ê mirovên xwe hewcedarî vê sîstema ceberût û firawunî ya desthilata Tirk nekin. Rêveberiyeke ku êrişî alîkariyê dike, alîkariyê asteng dike heye. Xisleta van xwedî desthilatan û minafiqên di Quranê de behsa wan tê kirin, weke hev e. Bi van zaliman re di yek sefî de nimêj nekin, neçin heman mizgeftan.”