Li Tişrînê berxwedan dewam dike
Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:00
Berxwedana Bendava Tişrînê dewam dike. Berxwedêrên ku 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, 15’yê Adarê, Newroz û Cejna Remezanê li bendavê pêşwazî kirin, hêz û helwesta xwe ya li dijî êrişên dagirkeriyê dewam kirin.
Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji 8’ê Kanuna 2024’an ve li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê didomin, gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an ve li ser bendavê di berxwedanê de ne.
Berxwedêran li beramberî sermaya zivistanê û hemû êrişên dagirkeran, 3 meh li pey xwe hiştin.
Çalakvanên li gel sermaya zivistanê, 15’ê Sibatê (1999) salvegera komployaya navenetewî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, 15’ê Adarê salvegera destpêkirina şoreşa Suriyeyê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê, meh û Cejna Remezanê li ser bendavê pêşwazî kirin.
Êrişên dagirkeriyê
Ji destpêka çalakiyê heta niha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî ranewestiyane. Di encama êrişên hewayî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker de 25 welatiyên ku di nava wan de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber û werzîşvan jî hene şehîd bûn û 240 welatî jî birîndar bûn.
17'ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker careke din karwanê gel ê diçû bendavê bombebebaran kir. Di bombebaranê de xebatkarên tenduristiyê yên bi navên Mahir Cafer Mihêmîd û Mihemed Hiso şehîd bûn.
Di bombebarana roja 18'ê Çileyê ya li dijî nobedarên bendavê de, şêniyên bi navên Ekrem Şêx Hisên Rexo, sporvan Kêfo Osman, hevseroka Nivîsgeha Qamişloyê ya PYD’ê Menîce Heyder, endamên Meclisa Bajarê Qamişloyê Muzefer Remedan, Mihemed Ebdulqadir Îbrahîm û şanoger Bavê Teyar (Cuma Îbrahîm Xelîl) şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 8'ê Kanûna 2024'an dest bi êrişên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê kiriye, di encama êrişan de ku balafirên şer, yên bêmirov ên biçek, obîs, moşek û tank û hawan tê de têne bikaranîn, zirarên mezin gihaştine bendavê.
Ji bo Tişrinê nobetê digirin
Welatiyên ku bi koma Kantona Firatê re tevlî çalakiyê bûne hestên xwe yên têkildarî çalakiyê anîn ziman.
Cîlan Şêx Mihemed (62) da zanîn ku piştî ku êrişên li dijî Bendava Tişîrnê destpê kirin, wê xwestiye li gorî hêza xwe tevlî parastina xaka xwe bibe.
Mistefa Iwêş (58) destnîşan kir ku wan weke xelkê Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê soz û biryar daye ku dest ji Bendava Tişrînê bernedin.
Xanim Mehmûd (58) jî, diyar kir ku ew ji bo welatê xwe li bendavê nobetê digire.
ANHA/QAMIŞLO