Ev dar darên Serok in
Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:30
Çalakî û pîrozbahiyên ji bo 4’ê Nîsanê 76’emîn salvegera rojbûna Rêber APO berdewam dikin. Komek aktîvîstên TJAyê li Gundê Xirarê yê Navçeya Dêrika Mêrdînê kom bûn û darên hêjîrê û zeytûnan çandin. Li vir ewil endama Dayikên Aştiyê Helîme Kaya axivî û got:“Em ji bo Serokê xwe li vir darên zeytûn û hejîran diçînin. Serokê me wê azad bibe. Aştî wê bê. Em û Serokê xwe wê bi hevre bên li vir hejîran bixwin. Ev dar, darên Serok in. Em ê bi hevre bijîn.”
Xwişka Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay jî tev li çandina daran bû û hest û hezkirina xwe ya ji bo Rêber APO bi van gotinan anî ziman:“Ev dar li Serok pîroz be. Em bawer dikin ku wê Serok her dem mîna van daran hişîn be. Em dixwazin serokê me di nava me de me. Em dixwazin em û Serok bi hevre bijîn. Hebûna Serok hebûna jinê ye. Azadiya Serok Azadiya jinê ye.”
Em bi serokê xwe bawerin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Devrîm Demîr jî anî ziman ku bi heviya ku ev şitlên daran ji bo jinan û hemû gelê Kurd azadiyê zîl bidin diçînin û got:“Bi hesta ku azadî li hemû Kurdistanê belav bibe, em van daran diçînin. Bi heviya rojên xweş û azad serkeftin ya me ye.”
Hevseroka MEBYA-DERê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn jî 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber APO li hemû gelê Kurd pîroz kir û got:“Çavê me tevan li rêya azadiya fizîkî ya Serok e. Banga Serok a 27ê Sibatê heviyên gelek mezin da me tevahiya gelan. Baweriya me bi Serokê me, bi gelê me û bi rêxistina me heye. Em li her derê yekîtiya xwe xurt bikin. Em li her derê xwe bi rêxistin bikin. Em xwe bi rêxistin bikin. Heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Li aliyekî şer û li aliyekî aştî nabe. Em dixwazin dewlet jî gavên şênber bavêjin. Wan bi xwe bang kir. Gotin bila Serok were li meclisê bi axive. Heta ku li gotinên xwe xwedî dernekevin baweriya me bi wan nayê. Lê heta dawî em bi Serok bawer in û heta dawî em li pey Serok in.”
Helbesta ji bo Rêber APO
Gurbet Tekîn piştî axaftinê helbesta xwe ya 26 sal berê piştî dîlgirtina Rêber APO nivîsî bû xwend û got:
“Ey serokê neteweyî
Wan xayin û nezanan te dan destê xwînxwaran
Wan got qey Kurd xelas bûn
Nizanin te bi sed hezaran
Nizanin te bi milyonan Kurd rakirine ser piyan
Ji zarokên dergûşê heta kalen zemanan,
Em kor bûn em bi çav in,
Em ker bûn em bi guh in,
Em bê dest bûn em bi dest in,
Em bê ruh bûn em bi ruh bûn,
Em nezan bûn em zane ne,
Sonda me bi axa me ye,
Sonda me bi xwîna me ye,
Ey serokê Netewî ev giş hebûna te ye
Em gelê Kurd nezan bûn, em giş hêsîr û kole bûn,
Me xwe nas nedikir, ne nizanibû ax çiye,
Ey keç û xortên ciwan hûn kezebê dayikan,
Me hûn xelat kirine ji bo axa Kurdistan,
Ey serokê neteweyî ev giş hebûna te ye.”
Komê piştî axaftinan ji bo rojbûna Rêber APO pasta birîn û bê navber drûşmeyê “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Aktîvîstên TJAyê piştî axaftin û birîna pastayê dar çandin.
AW/NAVENDA NÛÇEYAN