Serdana Bendava Tişrînê

Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:30

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed der barê serdana hevpar ku li Bendava Tişrînê pêk hat, daxuyaniyên girîng kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku pêvajoya mitebeqetê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de li Helebê hate destpêkirin, hatiye asteke girîng û got:“Li Bendava Tişrînê bi serdana hevpar a aliyan ve rewş hat çavdêrîkirin û ji bo temamkirina mitebeqetê ku gavên wê yên pratîk li Helebê hatin avêtin, gaveke din jî hate avêtin.” Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev pêşketin ne tenê diyaloga di navbera her du aliyan de avakirina paşerojeke demokratîk û hevpar a ji bo hemû Sûriyeyiyan hedef dike. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û heyetekî girêdayî desthilatdariya Şamê serdana Bendava Tişrînê kiribûn.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.