Bi mudaxileya derve hat betalkirin
Sêşem 27 Çile 2026 - 03:30

Îlham Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên bi Şamê re de hatibû qebûlkirin ku HSD weke 3 tumenan tev li bibe lê bi mudaxileyên derve ev biryar hate betalkirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî naveroka hevdîtinên bi Şamê re axivî. Îlham Ehmed diyar kir ku Şamê ji ewil qebûl kir ku HSD weke 3 tûmenan tev li artêşê bibe lê piştre bi “mudaxileyên derve” ev biryara hate betalkirin û “tevlibûna ferdî” hate ferzkirin.
Îlham Ehmed anî ziman ku divê Cizîr, Hesekê û Kobanê di bin rêveberiya gel de be û got: “Hewce ye çarçoveyeke ku rê dide gelê herêmê xwe birêve dibe esas were girtin. Ne şert e ku ev tenê ji Kurdan pêk were. Suryan û Ereb jî hene. Divê kesên bi sala ye di saziyên xizmetê de dixebitin û ewlehiya hundirîn diparêzin, rêveberiyê bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN











