Dev ji xetên xwe yên sor bernadin

Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:45

  • Îlham Ehmed:"Nabe em dev ji mafên çandî û neteweyî yên pêkhateyan û azadiya olî, mafên fêrbûna bi zimanê dayik, mafên siyasî, pergala rêveberî ya nenavendî, berdin. Ev mijar bazarî li ser nabin û tawîz jî nayên dayîn. Her wiha dev ji mijarên ewlehiya hundirîn û aborî jî bernadin." 

Di rûniştineke diyalogê ya bi navê "Lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Sûriyeyê de" ya li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin de, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed hin xalên diyalogê şîrove kirin. Îlham Ehmed got:"Peyman gelek aliyên ji bo civakê bi giştî çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li erdnîgariya Sûriyeyê de vedihewîne. Ji lew re ev peyman xwedî gelek xalên şaxî ne û pêdiviya wê bi nîqaşên berfireh heye ku lihevkriinên berfireh di çarçoveya Sûriyeyê bi giştî de werin pêkanîn." Îlham destnîşan kir ku hin têbînî li ser performansa desthilata Şamê hene, bi taybet ji bo pêvajoya "Danezana destûrî", avakirina hikumetê, divê ew werin çareserkirin. Îlham wiha got:"Rêveberiya li Şamê bepirs e ku bersiva pirsên civaka Sûriyeyê û pêkhateyên Sûriyeyê li ser madeyên destûrî bide. Piştî peymanê yekser, "Danezana destûrî" ya demkî hat derxistin. Danezana destûrî beriya peymanê hatibû amadekirin, piştî peyman hat ragihandin danezana destûrî jî hat derxistin. Dikarî derxistina danezanê bihata paşxistin, ji bo ku komîte û madeyên wê bihatana nîqaşkirin. Ji ber ku komîteya destûrê nûnertiya piranî civaka Sûriyeyê nake.

Nûnertiya gelên Sûriyeyê nakin

Îlham Ehmed wiha li gotina xwe zêde kir:"Hemû dizanin ku komîteya destûrê û madeyên wê nûnertiya hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê nakin." Têkildarî rola QSD’ê got:"Tiştê di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye ragihandin peymaneke giştî bû. Dema komîte bên avakirin wê nûnerên van pêkhateyan hebin. Ew ê komîteyên sivîl û siyasî bin. Ji bo avakirina komîteyan hîna me ev pêvajo heta niha derbas nekiriye. Di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de tenê hevdîtinek çêbûye û li ser xalên giştî ên têkildarî dîroka destpêkirina dan û standinan hatin nîqaşkirin. Bandora QSD’ê û Rêveberiya Xweser li ser rewşa Sûriyeyê xurt e û destkeftiyên wê jî dewlemend in. Dema em li ser pêvajoya veguhêz diaxivin, em li ser mafên tevahî Sûriyeyê diaxivin ne tenê li ser mafên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêdiviya me bi pergaleke dûrî desthilat, nijadperestî û mezhebperestiyê heye, ji wê zêdetirî pêdiviya me bi pergaleke mafên tevahî gelên Sûriyeyê biparêze, heye." 

Xetên sor ên Rêveberiya Xweser

Têkildarî xetên sor ên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Îlham got:"Ne pêkan e dev ji mafên çandî û neteweyî yên pêkhateyan û azadiya olî, mafên fêrbûna bi zimanê dayik, mafên siyasî, pergala rêveberî ya nenavendî, berdin. Ev mijar bazarî li ser nabin û tawîz jî nayên dayîn û dê xalên bingehîn bimînin û li ser lihevkirin çêbin, her wiha dev ji mijarên ewlehiya hundirîn û aborî jî bernadin." Îlham da zanîn ku pergala rêveberî pergala rêvebirina hevbeşî ye, ango nenavendî li ser esasê etnîkî nabe, lê belê wê di çarçoveya pergala rêveberî ku tê de hemû pêkhate hevbeş bin, weke modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Înîsiyatîfa Rêber APO girîng e

Îlham Ehmed diyar kir ku Emerîka di pêvajoya agirbestê de xwedî rola girîng e, lê heta niha aramî û agirbest di navbera Rêveberiya Xweser û dewleta Tirk de heye. Îlham Ehmed hêvî kir ku ev rewşa aram bidome û hemû êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê rawestin. Însiyatîfa ku Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye pir girîng e û em hêvîdar in dewleta Tirk bi erênî nêzîkî mijarê bibe. Hinek sarbûn ji aliyê Tirkiyeyê ve heye. Hikumeta Tirkiyeyê berpirsa pêşxistina vê pêvajoyê ye. Xwedîderketina li wê însiyatîfê pir girîng e û wê bandorên erênî li Sûriye û dewletên derdorê bike."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.