Ferhenga Holandî çapeke din dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 00:47

Ferhenga zimanê Holandî Het Groene Boekje sala bê careke din tê weşandin. Xebata ferhengê ji alîyê saziya Taalunie (Yekitiya Ziman) ve tê meşandin. Di ferhengê de peyvên holandî tevlî rastnivîsa wan tên dayîn.

Ferhenga zimanê holandî Het Groene Boekje (Pirtûka Kesk) di 2026an de çapeke din dike. Ferheng cara dawî di 2015an de hatibû weşandin û 52,000 peyvên holandî tê de cî girtibûn. Lêbelê di malpera ferhengê de nêzîkî 200,000 peyv dikarin bên dîtin. Lîsteya peyvan salê du caran tên nûkirin û pêşkêşî holandîaxêvan tê kirin. Di 2024an de 1.9 milyon kes xizmeta online ya ferhengê bi kar anîne. Di ferhenga online de formên peyvan tevlî rastnivîs û bikaranîna wan tên pêşkêşkirin. Xebata ferhengê ji alîyê saziya Taalunie (Yekitiya Ziman) ve tê meşandin. Ji ber ku herdem tê nûkirin, Taalunie biryar daye ferhengê ji 10 salan carekê biweşîne.

Saziya Yekitiya Ziman

Saziya Yekitiya Ziman Taalunie di 1985’an de ji aliyê Holanda û herêma Flanderê ya Belçîkayê ve hat damezrandin. Navenda saziyê li bajarê Den Haag yê li rojavayê Holandayê ye. Saziyê, ji bo yekitiya rastnivisa holandî di 1995an de pirtûka bi navê Groene Boekje (Pirtûka Kesk) amade kir.

Butçeya saziya vê sazîyû bi qasî 11 milyon euro ye.

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.