“Kujeran bigirin”

Çarşem 4 Gulan 2022 - 21:40

  • Rojnamevan Serdeşt Osman sala 2010’an li ber deriyê Koleja Adab a zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê hate revandin û piştî wê bi rojekê, cenazeyê wî li ser rêya bajarê Mûsilê hate dîtin.

Malbata Serdeşt Osman di salvegera 12´an qetilkirina Serdeşt de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Hîna jî kujerên Serdeşt Osman di asta bilind a desthlatê de azad û eşkere digerin. Heger tiştekî bi navê edaletê, parlamen, hikûmet û maf li vê Kurdistanê heye, kujeran bînin pêşberî dadgehê û cezayê wan bidin.”

Rojnamevan Serdeşt Osman sala 2010’an li ber deriyê Koleja Adab a zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê hate revandin û piştî wê bi rojekê, cenazeyê wî li ser rêya bajarê Mûsilê hate dîtin.

Bi boneya salvegera qetilkirina Serdeşt Osman, malbata wî peyamek da. Malbatê got; “12 sal di ser qetilkirina Serdeşt Osman re derbas bûn, 12 sal in êşa ruhî dewam dike. 12 sal in qetilkirina Serdeştan dewam dike, ji bo vê îro weke yekem roja qetilkirina Serdeşt Osman e! Em bang dikin, sucdar û kujer bila bên ceza kirin. Hîna jî kujerên Serdeşt Osman di asta bilind a desthlatê de azad û eşkere digerin. 12 sal parastin û israra rêveberiya PDK’ê ya li ser vî sucê qirêj û veşartina kujeran, belgeya dijminane ya vê hizbê û desthilatê ye.

Heger di vê Kurdistanê de tiştek bi navê maf û yasa, dadgehê heye, heger tiştek bi navê demokrasî, parlamen û hikûmetê heye, heger tiştek bi navê edaletê heye, îro kujerên Serdeşt Osman eşkere ne. Kerem bikin, bi kiryar banga xwe nîşan bidin û li dadgehê cezayê wan sucdariyan bidin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.