Konferansa Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf
Duşem 30 Hezîran 2025 - 03:20
Encamnameya konferansa ku berxwedana Şêx Seîd bi aliyên xwe yên siyasî, çandî, wêjeyî û civakî hate nirxandin, hate eşkerekirin. Di encamnameyê de banga avakirina mekanîzmayên ku rûbirûbûnê pêk bîne û aştiya civakî pêkan bike, hat kirin.
Encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf" ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Elmanya û Belçîkayê ve li paytext Brukselê hate lidarxistin, hate eşkerekirin.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî hîna nehatiye eşkerekirin û hate diyarkirin ku ev rewş ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo wîjdana mirovahiyê jî binpêkirinek mezin a maf e.
Di encamnameyê de wiha hate gotin:
*Rastiya ku gorên Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji darvekirina wan a sala 1925’an ve nehatine eşkerekirin, ne tenê ji bo malbatên wan û gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo hemî kesên xwedî wijdan û mafê mirovan ên gerdûnî neheqîyek cidî ye. Ji ber ku nebûna gorekê tê wateya tune hesibandina mirîyî. Nezanîna cihê cenazeyê kesekî rê li ber şîna civakî, yadkirin û bîranînê digire.
*Tevî ku hemû agahîyên li ser vê gora komî di arşîvên dewletê de heye jî, rastîya ku heta niha tu daxuyanîyek fermî li ser nehatîye dayîn nîşan dide ku îradeya rûbirûbûna bi rabirdûyê û rastîyê re tune. Diyarkirina cihê gorê, destnîşankirina wê bi rêbazên zanistî û vegerandina cenazeyan bo malbatên wan berpirsyarîyên mirovî ne ku sed sal in nehatine bicîhanîn.
*Yek ji şertên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ji bo aşitiyê bi gelê Kurd re, rûbirûbûna bi pirsgirêkên bîranîn û rastîyê re ye. Veşartina goran, krîmînalîzekirina kesayetên dîrokî û bêrêzîya li hember bîranînên wan li pêşîya aştiyeke mayînde astengîyên cidî ne.
*Ev e sed sal in ku sîyaseta inkar, îmha, sêdare û tasfiyeyê berdewam e. Piraniya serhildanên Kurdan bi dadgeh û sêdareyan re rûbirû mane. Serhildana dawîn a Kurdan a di bin pêşengtîya Birêz Abdullah Ocalan de ku ev e 52 sal in berdewam dike, niha li ser maseya muzakereyê ye. Bi vê munasebetê em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li siyaseta înkarê bînin, dev ji îmha û tasfiyeyê berdin, maf û rastiya gelê Kurd nas bikin.
Piştî ku encamname bi Kurdî û Tirkî hate xwendin, têkildarî encamên konferansê pêşniyar hatin girtin.
ANF/BRUKSEL