Komploya li dijî Başûr

Kendal CÛDÎ nivîsand —

sêşem 15 îlonê 2020 - 23:00

Carinan mijar hene ku mirov naxwaze li ser binivîse û cih bidiyê, ne ku mijar ne girîng e, lê di baweriya me de ku êdî her kes bi neyîniya wê mijarê dizane û her kes jî rastiya wê dizane. Lê diyar e ku hesabên me ne di cihê xwe de ne, bi gotineke din her kes bi mijarên eşkere, nizane. Wekî rojnamevanên Kurd û şopdarên çapemeniya azad û demokrat, di vê mijarê de em rexne li xwe digirin, dibe ku heta niha mijarên girêdayî neteweya Kurd me baş bi nûçe, analîz û detayan ji gelê Kurd re diyar nekiribe.
Lê dema mijar dibe dijminatiya dewleta Tirk ji Mexolan heta Osmaniyan û heta serdema faşîzma AKP-MHP`ê, êdî ji dijmin beriya dostan ev mijar zelal dibe, ango rastiya dijmantiya dewleta Tirk li dijî Kurdan nas kirine. Gotineke şoreşgerê nemir Nelson Mandela di vî warî de heye. Mandela 1992`an xelata Ataturk a danê qebûl nekir û wexta rojnamevekî jê sedema nestandina xelatê pirsî, Mandela wisa bersiv dabû: "Hewl bide saetekê bibe Kurd, paşê hestên xwe ji min re bibêje. Wê demê tu yê bizanî min çima red kir.” Yanî ji vê hevokê zelaltir ne bawer im heta niha, kesî dijmantiya dewleta Tirk li dijî Kurdan şîrove kiriye.
Lê gelo çima PDK vê rastiyê nabîne, an jî çima çavê xwe li vê rastiyê digire? Bêguman tenê sedemek heye, ew jî berjewendiyên hizbî û malbatî ne, ne yên neteweya Kurd in. Niha ev çend meh e dewleta Tirk bi hinceta PKKʼê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Bi nêrîna min ev êriş, êrişa dawî ya dewleta Tirk a li dijî statuya Başûrê Kurdistanê were pênasekirin, wê bêhtir cihê xwe di dîroka Kurdistanê de bigire. PDK jî li hemberî van êrişan heta niha bê deng e, jixwe ne bawer im ku dengê xwe jî bike. Ev yek di serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de jî diyar bû. Li şûna ku Barzanî êrişan bide rawestandin, rijandina xwîna gelê Kurd bide rawestandin, pêşî li dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi awayekî giştî bigire, diçe Enqereyê û bi kujerên Kurdan re rûdine û dagirkirina Başûr rewa dike.
Li Başûrê Kurdistanê komployek heye. Komplo, dewleta Tirk bi pîrozkirina Emerîkayê, tê birêvebirin. Dema rayedarên Emerîkayê got divê Iraq û Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi hev re mijara PKK`ê çareser bikin, esas di wê demê de lihevkirinek hebû. Belkî tê bîra we, dema Kazimî bû serokwezîrê Iraqê, piştî wê çend rojan serokê MÎT`ê Hakan Fîdan bi awayekî veşartî çû gel Kazimî û bi wî re hevdîtin kirin. Jixwe Kazimî beriya bibe serokwezîr, karê îstixbaratê dikir û hevaltiyek di navbera wî û Fîdan de heye.
8`ê Îlonê ango piştî serdana Nêçîrvan, wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got PKK amadekariyê dike ji bo serweriya Hewlêrê bi dest bixe. Ev gotinên Çavuşoglu hîna bêhtir komploya li dijî Başûrê Kurdistanê zêdetir zelal kir. Jixwe beriya wê bi rojekê jî daxuyaniyeke sosret a PDK`ê hebû tê de digot, PKKʼê gundên Başûr dane valakirin. Ev her du daxuyanî hev temam dikin. Armanca sereke jî dagirkirina Başûr, lê vê carê ne tenê gundên Başûr wê werin dagirkirin, wê dagirkerî heta Hewlêr û Silêmaniyê jî biçe. Ev ne îdia ne ku em dikin, ev rastî di daxuyaniyên dewleta Tirk û hêza qaşo Kurd PDK`ê hene. Jixwe PDK ji bo rewakirina vê dagirkeriyê bi roleke girîng radibe. PDK difikire ku eger dewleta Tirk were Başûr, wê PKK`ê jî tune bike û YNK`ê jî tune bike, tenê meydan ji wê re dimîne. Lê PDK’ê pê nezan e ku eger PKK û YNK têk çûn, roja din dor a PDK`ê ye.
Ev komplo ne tenê li dijî Başûr e, lê belê li dijî Şengalê ye jî. Şengal ku di aliyê dîrokî û cografî de stratejîk e û cihekî herî qedîm ê reseniya Kurd e, dewleta Tirk dixwaze ji Başûr heta Şengalê dagir bike. Eger ev pîlan biserket, bê guman wê yekser bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bike û rê li pêşiya dagirkirina herêmên nû veke. Bêguman ev herêmên me diyar kirin, dikevin nava Mîsaqî Milî ya Osmaniyên Nû.
Niha PKK û gelê Başûrê Kurdistanê û heta çend partiyên din ên Başûr gihîştine vê rastiyê. PKK niha têdikoşe û şehîdan dide da ku gelê Başûrê Kurdistanê û statuya wê biparêze. Lê PKK tenê têrê nake, divê gelê Başûr û partiyên Başûr hemû bi hev re li dijî vê komployê têkoşîna hevbar ava bikin û li benda PDK`ê nemînin, eger enî û bereyeke hevpar neyê avakirin wê rewş ji texmîna wêdetir biçe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.