Komeke xweser a stranan

Nûçeyên Jin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 04:03

VIYAN AMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku bi diruşma “Jin jiyan azadî” Şoreşa Jinê pêk anîn, di warên jiyanê hemûyan de têdikoşin û xwedî li destketiyên xwe yên şoreşê derdikevin. Koma Sakîne ya stranan, koma stranan a yekemîn a Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û sala 2013’an hat avakirin. Koma ku navê yekê ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de di komkujiya li Parîsê de jiyana xwe ji dest da, hilda, heta niha jî bi xebatên xwe hewl dide çand û hebûnê biparêze.

Ji rêveberiya komê Gulîstan Brahîm behsa kar û xebatên xwe yên di warê çandî de kir. Wê destpêkê, Sakîne Cansiz bi bîr anî û got, “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek bipêşketin çêbûn û yek ji wan warê hunerê bû ku îro bi sedan zêdetir komên me hatine avakirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ez jî derbasî kar û xebatên hunerê bûm. Koma Sakîne di sala 2013’an de piştî şehadeta Sakîne Cansiz hate avakirin. Ev kom hemû ji jinan pêk tê. Şoreşa jinê mirateya têkoşîna Sakîne Cansiz e.”

 

Em ji xwe bawer bûn

Gulîstan Brahîm ji bo Koma Sakîne ya Stranan got, “Me bi heft jinan re dest bi vê komê kir. Koma me li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koma yekem a xweser bû. Loma em rastî zehmetiyan jî hatin. Wek xweser ezmûna me ya komeke xweser nebû, her wiha di aliyê amûran de jî em zêde bi pêş neketibûn. Di nava civakê de li hemberî koma me bawerî kêm bû, lê bi berxwedan û têkoşîna xwe me ev bend hemû şikandin, ji ber ku em bi xwe bawer bûn û me hêza xwe ya herî mezin ji navê Koma xwe, Sakîne Cansiz digirt.”

 

Berxwedana jinan kirin stran û gotin

Gulîstan Brahîm armanca koma Sakîne Cansiz û berhemên ku çêkirine, wiha tîne ziman: “Armanca me ya bingehîn ew e ku di her warî de têkoşîn û berxwedana jinê di hunerî de biteyisînin. Berhema me ya yekem li ser Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû ku sembola hêza jinê bû û me ew stran di sala 2014’an de derxist. Me hêza xwe ya yekem ji YPJ’ê digirt. Berhema me ya din jî li ser Sakîne Cansiz û her du hevalên wê bû. Berhema me ya din jî li ser Jîna Amînî ku îro bi pêşengiya wê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana jin û gelan pêk hatiye. Helbet gelek stranên cûr bi cûr jî em dibêjin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.