CENÎ çalakiyên hunerî dike

Nûçeyên Jin

În 3 Adar 2023 - 01:49

Buroya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê (CENÎ), ji bo jin hev du nas bikin û tevnekê ava bikin, li paytexta Elmanyayê Berlînê, çalakiyeke çandê li dar xist.

Di çalakiyê de wêneyên Zehra Dogan hatin nîşandan, filmê 'Dûr e?' yê Leyla Toprak hate nîşandan û Nêrgiz Dilo jî stranên xwe gotin. Di şeva çandê de akademîsyen Şermîn Guven moderatorî  kir û bernameya şevê bi deqeyek rêzgirtina bibîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê  hate destpêkirin.

 

Kurd ne Tirkên çiyayî ne!

Ji jinan Solîn Janya qala karên CENÎ'yê kir û got, "Em li dijî şer in. Em li dijî serweriya mêr in. Jin wê dîrokê binivîsînin. Tevgera Jinên Kurd bi feraseta 'Dîrok di roja me de ye, em jî di destpêka dîrokê de ne' tevdigere. Di sala 1923'an de Peymana Lozanê hate îmzekirin. Bi vê peymanê re Kurdistan kirin çar parçe. Piştî wê peymanê îro jî gelek kes Kurdan weke Tirkên çiyayî dibînin." 

Solîn Janya bal kişand ser girîngiya dîrokê ji bo jinan û şêweyê rêxistinbûnê yê Tevgera Jinên Kurdû got, "Eger dîroka te tune be, ne girîng e bê tu kî yî û ji ku hatî. Tevgera Jinên Kurd xwe bi rengekî xweser bi rêxistin dike. Lewma jî refleksa xwe bi nihêrîna jinê nîşan dide." 

Susanne Rossling jî qala damezrandin û karên CENÎ'yê kir û got, "CENÎ ji aliyê jinên Kurd û Tirk ve hate avakirin. Li ser şêweyê avakirina jiyaneke alternatîf li Rojhilata Navîn dixebite. Weke enternasyonalîstekê ez jî tevlî nava Tevgera Jinên Kurd bûm. Vê tevgerê di sala 1993'an de artêşa jinê ava kir. Weke CENÎ'yê em ji bo Newrozê, hilbijartinê û çalakiyên din delegasyonan ava dikin. Li dijî şideta li jinan em kampanyayan bi rêxistin dikin. Li dijî qirkirina jinan, li hemberî zewicandina zarokan em têdikoşin. Em giraniyê didin têkoşîna ji bo aştiyê.  Divê em ji bîr nekin, di 'pêvajoya aştiyê' de destpêkê li Parîsê komkujî li ser jinan hate kirin."

 

Çalakiyên hunerî hatin lidarxistin

Piştî axaftinên li ser danasîna CENÎ'yê filmê 'Dûr e?' yê derhêner Leyla Toprak hate nîşandan. 

Nûnera Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay jî bi bîranîna Fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko, Agir Cefrî û rêveberê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo dest bi axaftina xwe kir ku hersê têkoşerên Şengalê vê hefteyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Nujiyan piştre behsa karên SMJÊ'yê kir û anî ziman ku kiryarên li jinên Êzidî hatin kirin ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, qirkirin e. Her wiha ji bo li Berlînê qirkirin bê naskirin behsa têkoşîna xwe kir.

Di çalakiyê de wêneyên Zehra Dogan hatin nîşandan û hunermend Nêrgiz Dilo jî stran gotin.

JINNEWS/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.