Jinan name ji Ocalan re şandin

Nûçeyên Jin

Yekşem 21 Îlon 2025 - 17:00

  • Dayikên pakrewanên YPJ’ê û gerîlayên YJA Star’ê û jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan, bi nameyên xwe beşdarî kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re li derveyê Îmraliyê hevdîtin bikim” bûn.

Kongra Star li seranserê bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Erîşa, Şedadê, Hol û kampên koçberan ên Kantona Cizîrê, dest bi kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re li derveyî Îmraliyê hevdîtinê bikim” kir. Kampanya ji nivîsandina nameyan pêk tê.

Jinên bi coş û kelecaneke mezin in, ji Çiyayê Kizwanan, ji endamên komînan, Dayikên Aştiyê û koçberan berê xwe dan navenda Kongra Star a li Til Temirê. Jinan bi hezkirinek bêdawî û hêviya ku li ser rûyê wan xuya dibû, pênûs girtin destê xwe û dest bi nivîsandina daxwaz, hest û xeyalên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Yek ji dayikên ku beşdarî çalakiyê bûn, Fehîma Îbrahîm e. Fehîma hem Dayika Aştiyê ye, hem dayika pakrewan Arjîn Cûdî û gerîlayeke YJA Starê ye.

Fehîma ya 60 salî, tevî ku nizane binivîse jî hat û xwest deng û daxwazên wê di van nameyan de hebin, ev yek weke erkeke exlaqî û wijdanî ji xwe re dît. Hevalên Fehîma hest û daxwaza wê ya li ser rûpelê nivîsandin û piştre wê îmzeya xwe avêt ser û radestî Kongra Star hat kirin.

Fehîma bi gotina; “Berî mirinê ez dixwazim Rêberê xwe Ocalan, ne li Îmraliyê di navbera me de bibînim û wî hembêz bikim” xwest bi hev re di jiyana azad û wekhev de bijîn.

Ji lerizandina destên Fehîme diyar e ku nexweşiyên wê hene lê dîsa jî daxwaza xwe ya rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan anî ziman û nivîsand. Fehîma di berdewama axaftina xwe de got: “Hemû dewlet vê tecrîdê dibînin, bila tecrîd ji ser Rêberê me rabe. Em dayikên şehîd û gerîlayan vê tecrîdê qebûl nakin. Pêwîst e hêzên navdewletî dengê me bibhîzin û daxwazên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bînin.”

 

 

Fehîma bi xemgînî anî ziman ku ev 26 sal in çavên wan li riya Îmraliyê ne, divê êdî rêberê wan ji girtîgehê derkeve û got: “Bes e dûrketina ewqas salan. Di navbera serokên cîhanê de çima serokê me tê girtin? Kîna Erdogan li dijî gelê Kurd û Rêbertî heye. Heta em sax bin, em ê daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin.”

Li aliyê din jî ji Çiyayê Kizwanan Merwa El-Îsa zêdetirî 50 km. derbas kiriye û hatiye bajarê Til Temirê da ku bi navê jinên Ereb nameyek ji Ocalan re binivîsîne. Merwa El-Îsa dibêje ku Ocalan pêşeng û rêberê mirovahiyê ye, rast e Kurd e lê belê ji bo gelê Ereb jî rêberek e. Merwa hestên xwe yên ji bo Ocalan wiha pênase dike: “Ji derveyî cudakariya ol û mezheban Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahiyê û bi taybetî jinan, têdikoşe. Ne tenê jinên Kurd ji bo hemû jinan daxwaza azadiyê û parastinê dike.”

Merwa El-Îsa bal kişand ser serokên dewletên din û têkoşîna ku Ocalan ji bo gelan didomîne û got: “Dema ku em dibînin Rêber Apo berovajî serokên dewletan ên berjewendiyên xwe esas digrin ji bo gelan têdikoşe, bêyî dudilî em wî wek Rêberê xwe dibînin. Bêyî ku em li ol, mezheb an jî gelê ku ew jê ye binhêrin.”

Merwa El-Îsa da zanîn ku gava dibînin serokek ji bo azadiya jinan û gelên bindest, li nava girtîgehê jî têdikoşe û li serokên derve dinhêrin ku ji bo berjewendiyên xwe gelan qetil dikin, dilsoziya wan bi Ocalan re xurtir dibe. Merwa jî weke bi milyonan jinan dixwaze Ocalan li derveyî Îmraliyê bibîne û hevdîtinê pê re bike.

Di nameyek ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye nivîsandin de jinek hestên xwe wiha tîne ziman: “Ji bo rêberê neteweya demokratîk, ez vê nameyê dinvîsim da ku ji te re bêjim tu bi tenê nînî, dilê me tevî dûrbûnê jî bi te re ye. Em li benda te ne û em bi hêvî ne te di demek nêzîk de azad di nav xwe de dibînin.”

Jinek di nameya xwe de dibêje “Ji bo rêberê min Abdullah Ocalan, di tecrîda te ya dirêj de ku bedena te dîlgirtî ye lê hiş girtî nîne, ez van gotinan bi giyanê teqdîr û rêzgirtinek kûr ji bo têkoşîna te ya berdewam a ji bo azadî, rûmet û edaletê ji te re dişînim. Dengê te ji dîwarên girtîgehê û bêdengiya dîwaran derbas bûye û bûye ramanek ku îlhamê dide û şiyar dike. Ez dua dikim ku rojekê tu azad bibî û pencereya ronahiyê careke din li ber te vebe da ku diyalog ji nû ve dest pê bike û gavên aştiya rastîn werin avêtin.”

Dayikek di nameya xwe de dibêje: “Piştî nirxandin û xwendina parêznameyên te, ez ji te re dinivîsînim, dibêjim ku ez li ser riya azadiyê me û ramana min ber bi azadî û demokrasiyê ve ye. Ez hêvî dikim tu têkoşîna xwe bidomînî û ji hêla fîzîkî ve azad bibî û em bi hev re bijîn. Da ku em xwe bi ewletir hîs bikin, mîna ku ramana te bi ewle ye û da ku gel azadtir û demokratîktir bibin.”

Jinek jî hesreta dilê xwe bi van gotinan tîne ziman: “Silav û hesreta min a ji dil ji bo rêberê yekîtiya gelan ku hemû mezheb û pêkhateyan di bin heman sîstemê de anîn cem hev. Ey rêberê neteweya demokratîk, em bi hêviya hevdîtina di demek nêz de ne.”

Dayikek jî hest û nêrînên xwe wiha bilêv dike: “Ji bo bîrmend û fîlozofê cîhanî Ocalan, em dixwazin di demek nêz de te di navbera xwe de bibînin da ku bi ramanên te ronî bibin û ji te bêhtir hêzê bigrin.”  NÛJINHA/TIL TEMIR / SORGUL ŞÊXO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.