25 sal in masîgiriyê dike

Nûçeyên Jin

Çarşem 24 Îlon 2025 - 17:30

  • Li bajarê Reqayê masîgirî ji bo gelek jinên li peravên Çemê Firatê dijîn, mîna pîşeyek tê hesibandin. Yek ji van jinan jî Zahra El-Maslob ya 45 salî ye. Zahra El-Maslob a 25 sal in masîgiriyê dike, da zanîn ku ewê heta dawiyê pîşeya xwe bidomîne.

Zahra El-Maslob a 45 salî ya ji Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da zanîn zêdetirê 25 sal in pîşeya masîgiriyê dike û têkildarî mijarê wiha got: "Ez di 20 saliya xwe de fêrî masîgiriyê bûm. Ev hobiya min e û ez gelek kêfê digrim. Piştî ku fêr bûm, min yekser destpê kir. Dema ez cara ewil çûm ber çem, gêj bûm û gelek westiyam. Lê bi demê re fêr bûm û fêrî çêkirina toran jî bûm”.

Zahra El-Maslob, da zanîn tevî ku avahiya civakî bi gelemperî paşverû ye jî, yên li dora wê ji bo xebata wê nebûne astengdar û wê teşwîq kirine. Zahra, diyar kir piştre ji xwe re keştiyek kiriye û domand: "Niha keştiyek min heye û bi tena serê xwe dixebitim. Min tu caran guh neda gotinên derdor ên ku digotin tenê mêr dikarin mêr vî karî bikin.”

Ji bo debara malbata xwe dixebitim

Zahra El-Maslob, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku jin zêdetir rastî zehmetiyan tên û wiha axivî: "Kes şert û mercên kesekî din nizane, ev pîvan e ku min ji bo xwe danî. Rexneyan ez aciz nekirim, ji ber ku keça min a 15 salî nexweş e û pêwîst e ez heta ku zaroka min a din mezin bide bixebitim. Mûçeya hevjinê min, ji bo vê lêçûna jiyanê ya bilind têr nake û masîgirî çavkaniya sereke ya dahata me ye."

 

 

Digel zehmetiyan jî ezê karê xwe didomînim

Zahra, destnîşan kir ku zehmetiyên masîgirî yên mîna peydakirina bihayê keştî û alavên mîna tor heye û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo peydakirina keştî û torê pere tunebû. Piştî peydakirina alavan jî, carna em nikarin masî bigrin. Ev kar di rojên ba û hewayên sar de gelek zehmete, lê di van şert û mercan de em gelek masî digrin. Karê me bi avabûnê rojê destpêdike û heta roja din didome. Em torên xwe piştî avabûna rojê diavêjin û diçin malê. Roja din serê sibê zû tên û masiyên di torê de kom dikin. Ez carna 10-15 kîlo masî digrim.”

Zahra ya di nava salan de bi masîgiriyê re têkiliyek kûr bipêş xistiye, bi van gotinan hesreta xwe ya ji bo keştî û torên xwe tîne ziman: "Ez gelek fêrî masîgiriyê bûm û ezê heta bikaribim karê bidomînim, ji ber karekî din ku ez bikim nîne.”

Divê jin di karên hêzdikin de bixebitin

Zahra El-Maslob, di dawiya axaftina xwe de da zanîn divê jin karê ku jê hêzdikin bikin û di civakê de rolek çalak bilîzin û got: “Ger hûn bikaribin karek bikin, nesekinin. Guh nedin kesên ku dibêjin hûn jin in û nikarin karek bikin. Çi jin û ji mêr, divê hemû kes di karê ku dikare dike de bixebitin û ji tu kesî alîkariyê nexwazin.” 

BERAA CALÎ / JÎNHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.