Şehla derdorê şîn dike

Nûçeyên Jin

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:38

Li Navenda Çalakiyan a Ciwanên Kelarê ya li bajarokê Kelara îdareya Germiyanê, jina ciwan Şehla Kerîm Ezîz bi hunerê xwe yê destan a di warê dizayn û xemilandina navendê de bala mêvanên navendê dibe ser xwe. Ew bi hunerê xwe dîmenekî xweş ê kesk dide navendê û vê bi bikaranîna amûr û pergalên şikestî û yên avêtinê dike. 

 

400 guldank çêkirine

Hezkirin û hobiya Şehlayê ya xemilandin û dizaynkirina bi heşînahiyê berê jî hebû û weke ku bi xwe dibêje, dema li Navendê kar kir, dest bi keskkirin û heşînkirina Navendê kiriye. Bi danîna çend guldank û şitlan dest pê kir, û niha 400 guldank he li navendê hene.

Şehla Kerîm Ezîz qala destpêkirina vî karî kir û got, “Bi danîna hinek guldank û çandina şitlan min dest pê kir û piştre min hîn zêdetir kir û bi pêş xist. Armanca min a sereke ew e ku giringiyê bidim jîngehê, derdorê heşîn bikim. Ji bo wê xizmetkirin û giringîpêdana jîngehê, erkê xwezayî yê her kesî ye.”

Heşînayî hestan xweşik dike

Şehla bal bire ser feydeya karê xwe û got, “Heşînahî sudê li xwezayê dike, hinek sûdên derûnî û tenduristiyê jî dide mirovan. Di warê derûnî de hesteke keyfxweşiyê dide mirovan, mirov dibînin ku rojane şînahî li ber çavên wan mezin dibin û bi pêş dikevin. Ev yek jî hesteke xweş e û li gel wê jî sûdeke tenduristiyê ya baş heye ev yek jî hestê mirovan xweş dike. Di heman demê de feydeyên wê yên tenduristiyê yên baş jî hene. Her wiha hewaya nû ya di hundirê odeyan de û gaza karbondîoksîtê paqij dike. Ev bi giştî bûn sedem ku ez giringiyê bi karê xwe bidim.”

Şehla ji bo berhemên xwe jî got, “Kel û pelên hatîn bikaranîn li gel yên nû tevlihev dikim û dekoran jê derdixim. Ez dikarim bibêjim hinek ji wan qet xerc lê neçûye, kel û pelên kevin û hatîn bikaranîn in. Şînahiyên min hemû gul in û di werza gulan de min çandiye. Bi giştî 400 guldankên min hene û hemû jî min bi xwe çêkirine. Pirraniya dekor û dîzaynên min yên heşînahiyê û guldankan, berhemên fikrên min in”

 

Jîngeh tê tinekirin

Şehla Kerîm Ezîz her wiha qala hêza jinan kir û got, “Ji destpêka mirovahiyê ve jinan kariye di her warê jiyanê de şopa xwe diyar bikin. Xizmetkirina jîngehê erkê her kesî ye ku giringiyê bi jîngehê bide û erkê aliyên peywendîdar e jîngehê biparêzin û xelkê hişyar bikin. Mixabin niha li şûna heşînkirinê tinekirina jîngehê heye.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.