Li Hindîstanê festîvala bi navê “Holî” piştî şewba coronayê bi du salan bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Festîvala “Holî” mizgîniya biharê ye û xelk bi dîmenên rengîn festîvalê pîroz dikin.
Di festîvala “Holî” de xelk tozên boyaxê yên rengo rengo û balonên avê bi serê hevde dikin.
Festîvala “Holî” her sal bi pirranî di 8’ê Adarê de tê pîrozkirin, lê li gorî herêman roja pîrozkirinê diguhere, lê her di nava meha Adarê de ye.
Festîvala “Holî” jî weke Newroza Kurdan e, li hember xerabiyê başî bi ser dikeve û destpêka biharê ye. Piştî ku agir pêdixin, ew jî bi rîtûelên olî yên cihê li dora agir digerin û hatina biharê pîroz dikin. Ev festîval di heman demê de weke “festîvala rengan” jî tê binavkirin.
Festîvala “Holî” li Hindîstan, Nepal û Srî Lankayê tê pîrozkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN