Jin ji hêza xwe bawer bin

Nûçeyên Jin

Çarşem 22 Sibat 2023 - 05:18

Mehsûme Ehmed xelkê Rewanduzê ye, lê ew li navçeya Soran dimîne. Zêdetirî 15 salan e ku karê firotin, çêkirin û dagirtina tûpên agirkujiyê dike. Li gel hevjînê xwe li Soranê şirketa ‘şêrzad’ ava kiriye. Ew bi xwe karên şirketê bi rê ve dibe û li hin bajar û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê jî ofîsên wan hene.

Mehsûme tevayî tedbîr û karên pêwîst bi amûra agirkujiyê dizane. Rojane ji saet 8’ê sibehê ta saetên dereng ên şevê li kompanya xwe dimîne û kar dike. Karên giran dide tîma taybet a li gel wan de dixebitin. Wekî din piraniya karên rojane yên welatiyan bi xwe pêktîne.

 

Jin dikarin her karî bikin

Derbarê karkirinê de Mehsûme got: “Zehmetiyeke zêde di karê min de heye, min bi dehan astengî li pey xwe hiştin heta ku gihiştimê vê astê. Lê min hez ji vî karî dikir û ez xwedî îrade bûm. Ji bona wê, hêza jinan heye dikarin her karê dixwazin, bikin.”

Di dewamê de Mehsûme da zanîn wê ji ber giringiya bikaranîna amûra agirkujiyê, şirket ava kiriye: “Daxwaz ji malbatan dikim da ku amûrên agirkujiyê di malên wan de hebin. Da ku di dema şewatê de bikarin zû pêşî li şewatê û karesatên mezin bigirin.”

Derbarê şêwazê bikaranînê de jî Mehsûme Ehmed got, “Di dema bikaranîna vê amûrê de pêwîstî bi çend tedbîran heye. Divê destpêkê, mirov xwe bide aliyê bayî, ji bo dukel û paşmayên agir bi ser mirov de neyên. Piştre jî bi lez divê amûr were testkirin, ka kar dike yan na. Piştre jî berê wê didin agir heta agir vedimire. Bi vî rengî mirov dikare pêşî li rûdana karesat û ziyanên mezin bigire.”

Li Herêma Kurdistanê roj bi roj jinên xwedî kar û pîşekar, zêde dibin û derfetên kar diafirînin.

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.