Li Hamburgê kermesa mizgeftê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 12 Hezîran 2023 - 01:46

M.ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê, Mizgefta Şêx Seîd kermeseke sê rojan çêkir. Di kermesê de xwarinên malê, cilûberg û xişir hatin firotin.  

Mizgefta Şêx Seîd li Hamburgê beriya bi 37 salan hatibû damezrandin. Mizgeft ev 5 sal in ji bo piştgiriyê û civînê kermesê li dar dixe. Hem Kurdên çûn kermesê û hem jî xelkên din, ji ber dilgermiya li cihê kermesê, gotin, weke ku ew çûbin welatê xwe dilaram bûne.

Ji serokên demdirêj ên mizgeftê Hacî Ilyas Çakas ê ji Çewlîkê dibêje, ji bo alîkariya madî û manewî ya bi mizgeftê re ew kermesê li dar dixin: “Mizgefta Şêx Seîd, ji mizgeftên herî kevin e ku ji bo nimêj û îbadeta Kurdên li Hamburg û derdora wê hatiye sazkirin. Kermesa me jî va ye veguherî rêûresmekê.”

 

Em tên cem hev

Ji kedkarên mizgeftê, Hacî Zekî jî ji elaqeyê razî ye û dibêje, “Mirov tên vir û xwe li welatê xwe weke di bin holikekê de hîs dikin. Mizgeft ne tenê ji bo nimêj û îbadetê ne. Li vir miletê me tê li ser meseleyên xwe yên civakî minaqeşe dike û biryara dide.” 

Bibin endam

Di kongreya îsal de mizgeftê rêveberiya xwe ya nû bi pirranî ji ciwanan hilbijartiye. Yek ji wan ciwanan Mesût Bingol e. Ew dibêje girîng e, endametiya mizgeftê fermî be: “Piştî kongreyê hejmara endamên me zêde bû, lê ev ne bes e. Mixabin li bajar bi dehhezaran Kurd hene, lê diçin dibin endamên mizgeftên din. Zarokên xwe dişînin wan mizgeftên dijminatiya me dikin. Em rica dikin ji miletê xwe, bila zarokên xwe bişînin mizgefta me û bibin endamê mizgefta me”.

 

Keda jinan

Qata jor a mizgeftê xisûsî ji jinan re hatiye veqetandin. Hem jinên di rêveberiya mizgeftê de û hem jî gelek jinên din ên Kurd, xemlên bi destê xwe çêkirine anîne kermesê. Gulistan Ekber her sal di kermesê de cihê xwe digire. Ew dibêje, bi vî awayî ew hem destekê didin mizgeftê û hem jî weke jin tên cem hev: “Ji ber karê malê û zarokan piyê jinan bi bin wan nakeve. Bi vê kermesê hinekî be jî, me xwest wan bînin cem hev. Yên hatin jî, destevala nehatin. Cilûberg, xwarin û şîrînahiyên wan kermesa me rengîn û zengîn kir.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.