Bi mozaîkê balê dibin ser meseleyên civakî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Tîrmeh 2023 - 16:30

NAGHAM KARAJEH/JÎNHA / XEZA

 

Jinên li Xezayê, bi hunerê mozaîkê hewl didin mîrasa çandî biparêzin, bi mijarên dagirkerî, jin û zarokan jî balê dibin ser pirsgirêkên civakî.

Hunermendên jin ên Filistînî xwe ji bo pêşangeha mezin a di Çileyê 2024’an de amade dikin. 

Yek ji wan Amal El-Mexrabî ye; ew dibêje, hunerê mozaîkê mîrateyeke girîng e, gelek wateyên wê hene ku di naveroka xwe de pirsgirêkên civakî radixe ber çavan. Amal di dewamê de dibêje, “Em rojê 6 saetan dixebitin, ji ber ku dirêjahiya lewheyekê herî kêm 3 metre ye. Em dixwazin amadekariyên pêşangeha mezin a di Çile de temam bikin."

Mijarên azadî, jin û zarok

Lama El-Ekkad jî bi vî hunerî dadikeve û dibêje, “Em ji bo dîzik û seramîkên şikestî bikin parçeyên piçûk, dixebitin. Em li ser tabloyekê, mijareke taybet weke pirskirêka azadî, jin û zarokan, dixebitîn. Li Xezayê cara ewilî mozaîk li ser panelên mezin tên çêkirin.”

Samîha El-Nafar a jî di projeyê de cihê xwe digire û dibêje, ji bo balê bibe ser rola jinan di parastina mîrate û çandê de, ew li ser tabloyeke mezin a jineke bi cil û bergên filistînî dixebite, ev jina filistînî bi xeyalên azadî û jiyaneke ewle, çelengek gul li ser serê xwe daniye. 

Rêvebera Navenda Avakerên Siberojê, Amal Xudêr jî dibêje, kesên tên navendê, dikarin bi bikaranîna dema xwe projeyên piçûk ên têkildarî hunerê mozaîkê çêkin “Em bi perwerdeyan li ser gelek pirsgirêkên civakî disekinin. Em ji destpêka dagirkeriyê, desteserkirina ax û jiyanê heta niha piştgiriyê didin têkoşînê û bi vê têkoşînê di nifşên siberojê de em balê dibin ser rola jinê.”

'

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.