Şoreş, xewn û hêvî pêk anîn

Nûçeyên Jin

Duşem 7 Tebax 2023 - 04:54

NESRÎN ŞÊXO/ANHA/HELEB

 

Ruxmî temenê wan ê mezin, lê ew di perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr in û hewl didin bi ser bikevin. Piştî şoreşê derfet ji wan re çêbû ku dawî li salên mehrûmkirina ji perwerdekirina bi zimanê Kurdî bînin.

Emîne Omer (56) hefteyê 3 rojan berê xwe dide Meclisa Şehîd Gulê Selmo ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê da ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe. Emîne bi rêya keda 2 mehan serkeftin bi dest xist û di asta yekemîn de serkeftî bû û dê asta duyemîn jî bixwîne. Bi Emîneyê re 14 jinên din jî tev li perwerdeyê bûne û temen li pêş hêviya xwe nekirine asteng. Di Mecisa Şehîd Gulê Selmo ya Kongra Star a Helebê de fêrî zimanê xwe yê dayikê dibin.

Temenên kesên perwerdeyê dibin, di navbera 17 heta 56 saliyê de diguhere.

 

Temen ne astengî ye

Emîneyê diyar kir ku di dema wê de bi sedema siyasetên Erebkirinê ku rejîma Sûriyeyê ferz kiribû û tenê axaftin û fêrbûna di dibistanan de bi zimanê Erebî bû, nikarî fêrî zimanê xwe bibûya. Ereb fêrî zimanê xwe dibûn, lê Kurd ji mafên xwe mehrûm bûn.

Emîneyê da zanîn ku ya ku hiştiye fêrî zimanê xwe bibe, Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ye û got: "Piştî êşên qedexeyê derfet çêbû ku fêrî zimanê xwe bibim. Ew ji bo me xewnek bû û niha jî em pêk tînin û bi vê yekê pir kêfxweş in. Temen ne astengiyek e. Divê piçûk û mezin fêrî zimanê xwe bibin. Ji ber ku ziman hebûn, çand û mîras e. Divê em parastina wê ji helandin û têkçûyînê bikin.”

Mirovê bê ziman bê nasname ye!

Sebah Mihemed (55) ji destpêkê ve û bi vîneke xurt dest bi fêrbûna zimanê xwe yê dayikê kiriye û wiha dibêje: “Divê em fêrî zimanê xwe bibin. Ji ber ku ew hebûna me îsbat dike."

Sebah di Meclisa Şehîd Gulê Selmo de ji demeke kurt ve dest bi perwerdeya asta yekemîn a fêrbûna zimanê Kurdî kiriye. Sebah dibêje: "Li gel min tu bawernameyên xwendinê tunene. Ji ber ku min di piçûkaniya xwe de nexwend. Lê min xwest fêrî zimanê xwe yê dayikê bibim. Ji lew re min berê xwe da meclisê ku dest bi waneyên zimanê Kurdî bikim."

Sebahê di dawiyê de wiha got: "Mirovên bê ziman bê nasname ne. Min coşa fêrbûna zimanê xwe ji dest neda û bi vî temenî min dest pê kir. Ez dixwazim bawernameyê jî bi dest bixim."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.