Ji rastiyê ber bi xeyalan ve

Nûçeyên Jin

Pêncşem 15 Hezîran 2023 - 04:36

HANAN HARITE/JÎNHA/MEXRÎB

 

Hunermend Samira Anwar destnîşan dike hunera şêwekariyê ji rêbazên herî pêşketiyê ku mijarên jinan li hemû cîhanî ronî dike. Her wiha ev dibêje,  ji bo jin mafên xwe di civakê de nasbikin divê xebat zêdetir bên kirin.

Di tabloyên hunermenda şêwekar Samira Anwar de kes û tiştên di rastiyê de hene nînin, lê ew hewl dide tiştên di bal û xeyalên wê de wergerîne şêwe, sembol û rengên cuda. Bi vî awayî tameşevan berhemên wê ji gelek aliyan ve dibîne û hemû kes li aliyê xwe tabloyê dibîne. Samira Anwar derbarên gavên xwe yên destpêkê de wiha dipeyive: “Min di ciwantiya xwe de destpêkir û ji ber ez di nava nakokiyan de bûm, pêvajoyeke min ya zehmet hebû ji bo destpêka karê şêwekariyê. Min li tiştekî digeriya ku enerjiya xwe vala bikim û min xwe di xêzkirinê de dît.”

 

Bêzarî û stres girîng e

Samira Anwar têkildarî şert û mercên ku tê de xebatên xwe didomîne got: “Her hunermendek rewşeke taybet heye, ez ji rastiyê direvim xeyalan, lewra ez bi tenê li pêş tabloya xwe radiwestim û hemû bûyer û hestên ku ez di jiyana rasteqîn de nikarim vedibêjim, li ser tabloyan xêz dikim. Hestên bêzariyê û strêsê ji bo hunermend girîng e ku aqlê xwe tijî dike û xeyalê tevgerkirinê dikeve hundirê wê ku hemû afrîneriyan li ser tabloyek vedibêje.”

 

Jin bingeha civakê ye

Huner karekî hestiyarî ya derbirandinê cîhanî ye, rewşa mirovan li her derê û bi hemû zimanan werdigerîne, ew rêbazeke afrînerî, têkoşînerî û mirovatî ye, êş, şahî û hestan vedibêje. Samira Anwar têkildarî vê mijarê de wiha diaxive: “Dema ez  weke hunermendekê jinê di tabloyên xwe de dikim sembol, ev xelatkirina wê ye; ji ber ku jin bingeha civakê ye. Li herêmên ku şidet lê zêde ne divê em bêhtir piştevaniya jinan bikin. Her wiho doza wan jî divê bê pişgirî nemîne. Heya ji min tê ez bi van meseleyan dadikevim û êşa jinê di tabloyên xwe de derdixim pêş.”

 

Divê fikrên baviksalarî ji holê rabin!

Samira Anwar têkildarî destkeftiyên jinan a di warê zagonî de jî got: “Tevî ku jinên Mexribî gelek destkeftî bidestxistine jî, lê me tu guhertin di rastiyê de nedîtin. Nîşanî hişmendiya civakî li Bakûrê Efrîka û Rojhilata Navîn giştî dike ku jin weke milkê mêr dibîne. Heta ku civakê fikrên baviksalarî rabe dê rewşa jinan baş ti carî baş nebe. Bi vî awayî dê dîsa deshilata baviksalarî kevneşopiyên berê serwer bin.” 

Samira Anwar herî dawî da zanîn ku jin parçeyekî girîng ên civakê ne û banga rizgariya ji koletiyê li jinan kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.