Koka Kurdan civakîbûn e!

Şemî 28 Îlon 2024 - 03:10

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser bandora modernîteya kapîtalîst li ser herêmê, bi taybetî jî Kurdistanê, rastiya civakîbûnê ya gelê Kurd û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji kovara "Azadî Komelge" ya ku li Başûrê Kurdistanê bi zaravayê Soranî yê Kurdî weşanê dike re, gotarek nivîsî. Gotara Cemîl Bayik bi vî rengî ye:

Îro modernîteya kapîtalîst bi belavkirina civakîbûnê, bi pêşxistina ferdperestiyê û kesên ku ji civakê qut bûne, li pey jiyana madî û pereyan dide bezandin û bi awayî bandoriya xwe li ser civak û ferd pêş dixe. Bi rastî jî Kurdîtî diyardeyek e ku bi civakîbûnê re heye. Ji bilî civakîbûnê tu hebûna Kurd nîne. Niha dijminê dagirker ê qirker bi sûdwergirtina ji zirara modernîteya kapîtalîst a li ser civak û kesan, armanc dike ku qirkirina Kurd pêk bîne. Ev "şerê taybet" e ku ji hêla dijmin ve tê pêşxistin. Bi bikaranîna her cure argumanên modernîteya kapîtalîst û rêyên dejenerekirina ferd, armanc dike ku hişmendiya civakî, hişmendiya dijmin, welatparêzî, têkoşîn û hişmendiya azadiyê ji holê rake û li ser vê bingehê civakê teslîm bigire. Tecrîdkirina mutleq a Rêber Apo jî pratîkek şerek taybet e. Gelê Kurd ji nêrînên Rêber Apo bêpar dihêlin û hêvî dikin ku Kurd xeletiyan bikin û di têkoşînê de bêbiryariyê bijîn. Di vî warî de hevgirtina li dora Rêber Apo û têkoşînê, ji bo têkbirina polîtîkayên dijmin û modernîteya kapîtalîst pir girîng e.

PDK qirkirina civakî pêk tîne

Di hedefa dijmin a şerê taybet de, yên li herî pêş jin û ciwan in. Ji ber ku jin û ciwan, hêzên bingehîn ên civakî ne. Li aliyê din jî dînamîka têkoşînê jî jin û ciwan in. Rêber Apo taybetmendiyên jin û ciwanan wekî pêşengên têkoşîn û azadiyê destnîşan dike. Ji ber vê sedemê jina Kurd pêşketineke mezin bi dest xistiye, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî bûye pêşeng. Ciwanên Kurd jî rewşeke wiha dijîn. Ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst vê rewşê dizanin, bi taybetî li ser jin û ciwanan disekinin û ji bo dejenerekirina jin û ciwanan serî li her cure rêbazê didin. Ji civakîbûnê dûr ketinê, ferdperestiyê, jiyana dejenere û lumpen wekî azadiyê raber dike. Huner, werzîş, teknîk, her tiştê vediguherîne amûra vê siyasetê. Li Kurdistanê tiryak, fuhûş û sîxuriyê pêş dixe. Başûrê Kurdistanê yek ji wan cihan e ku ev siyaset û pêkanîn herî zêde zirarê dide yê. PDK bi xwe pêkhênerê vê siyasetê ye. PDK ji bo ku ji nava civakê nerazîbûneke tund a civakê dernakeve, her cure qirkirina civakî pêk tîne. Sedema koçberiya li Kurdistanê modernîteya kapîtalîst û şerê taybet e. Modernîteya kapîtalîst têkiliyên ferd bi civak, ax û welat re qut dike û li pey pere, maddiyat, konformîzm û jiyana takekesî dide bezandin. Dijmin jî armanc dike ku Kurdistanê bi koçberiyeke bi zanebûn û plankirî; di çarçoveya şerê taybet de Kurdan ji Kurdistanê derxîne, niha vê pêş dixe. Başûrê Kurdistanê yek ji cihên herî zêde ku ev polîtîka lê tê meşandin e. Dema ku malbat û derdorên hevkar di nav luks û şatafatê de dijîn, ciwan di bin xizanî û jiyana modernîteya kapîtalîst de dimînin û berê xwe didin Ewropayê. Lewra ev di encama berjewendî û polîtîkayên hevkariyê yên PDK'ê de pêk tê. Feqîriya ku gelê me yê li Başûrê Kurdistanê tê zanîn. Ev yek ji ber belavbûna jiyana modernîteya kapîtalîst a li Başûrê Kurdistanê ye. Gelek caran tê gotin ku ji bo çareseriya xizaniyê mûçe were dayîn an jî zêde bibe. Tişta ku divê bê kirin ew e ku aboriyê ji bandora yekdestiyê derxin, aboriya komînal pêş bixin. Derketina ji vê rewşê ne bi zêdekirina mûçeyan, bi pêkanîna van mumkin e. 

Modernîteya Demokratîk pêş bixin

Gelê Kurd, pêşengiya şoreşa neolîtîkê ya ku tê wateya jiyana komunal û demokratîk kiriye. Di çanda me ya civakî de, ferdperestî, jiyana takekesî na, jiyana demokratîk û komunal biqîmet e. Ev pîvan bingeha jiyana rast, watedar û azad e. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst di esasê xwe de êrîşa li dijî civakîbûnê ye, civaka Kurd a ku civakîbûnê kûrahî dijî, herî zêde êşa wê kişandiye û zerar dîtiye. Koka Kurdîtiyê di civakîbûnê de ye. Ji ber vê yekê, divê herî zêde em weke civaka Kurd, li dijî zîhniyet û şêwaza jiyana kapîtalîst têbikoşin û li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst jiyaneke alternatîf pêş bixin. Rêber Apo ji bo vê teoriya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Divê em herî zêde vê nîqaş bikin û li ser vê bingehê jiyanê ji nû ve ava bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.