Koçer, Berxwedan û Dijwar şehîd bûn

Sêşem 31 Gulan 2022 - 21:21

  • HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û sersaxî ji malbata wan û gelê Kurdistanê ê welatparêz re xwest.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û sersaxî ji malbata wan û gelê Kurdistanê ê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya her sê şehîdên Besta eşkere kir û got, “25’ê Nîsana 2022’an, artêşa Tirk a dagirker li herêma Bestayê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar şehîd bûn. Ev hevalên me bi kelecan û îddîayeke mezin çûbûn Bakurê Kurdistanê û bi helwêsta xwe ya biryardar a di têkoşîna xwe de, wan baweriya xwe ya ji bo serfiraziyê di her demê de parastine. Hevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar her yek ji wan fermandarên pêşeng bûn. Em ê têkoşîna her sê hevalên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin."

HPG´ê ji bo şehîd Koçer didêrî got, "Hevalê me Koçer li bajarokê Deşta Darê yê ser bi Hezexê ji dayik bû. Heval Koçer sala 2003’an tevî xizmekî xwe tevlî nav refên gerîlayan bû. Ligel ku neçûye dibistanê wî di nav refan de xwe bi pêş ve bir û bi coşeke mezin hewl da paradîgmaya Rêbertiya me fêm bike. Di salên 2014-2016’an de ligel ku li Bakurê Kurdistanê rastî gelek dijwariyan hatiye, bi bîr û dilpakiyeke mezin ev pey xwe hiştine û bûye xwedî îradeyeke ji pola. Di berxwedana destanî ya li Bakurê Kurdistanê de  wî berpirsyariyên xwe serketî pêk anîn. Piştre li hemberî konsepta topyekûn a îmhayê ya li hemberî tevgera me, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi îddîayeke mezin tevlî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bû. Ji bo bicihanîna pêdiviyên pêvajoyê wî pêşniyaz kir biçe Bakur û çû Botanê." 

Berê Berxwedanê li Bakur bû

HPG´ê ji bo şehîd Berxwedan Amara jî got, "Hevala me Berxwedan bi eslê xwe ji Wanê bû, li Izmîrê ji dayik bû. Dema xebatên ciwanan dimeşandin, tevî hemû zextên rejîma faşîst jî bi biryar têkoşîna xwe didomand. Rejîma faşîst ew girt û xist hepsê. Tevî hemû êrişên rejîma faşîst, di girtîgehê de hêj bêhtir bi Rêberê me û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve hat girêdan. Ji ber ku berxwedana PKK’ê gelek bandor lê kiriye navê “Berxwedan” li xwe kir.

Di nameyêkê de ku Rêbertiya me jê re şand, dinivîsî, “Heger hûn hişê xwe serdest bikin û forma xwe dewlemend bikin, hûn dikarin bibin gerîlayekî mezin. Dikarî bibî yeke weke Sara.” Bi vê perspektîfê beşdarî jiyanê bû. Bi akademiyên leşkerî re karîbû bibe gerîlayeke profesyonel. Hevrêya me Berxwedan ku di xeta Jina Azad de ji bo bibe pêşengek bi hêz û di vegotina vê ji hevrêyên xwe re pêşengî kir.

Hevrêya me Berxwedan ji bo hesabpirsîna ji dewleta Tirk a dagirker çû Bakurê Kurdistanê. Di dema mana xwe ya li Bakurê Kurdistanê de bi tempoya xwe ya bilind û bi şêwazê xebata xwe ya bi biryar di demeke kurt de serketinên girîng bi dest xistin û di vê wateyê de di têkoşîna azadiya gelê me de bû fermandara pêşeng a YJA Starê."

Xeta tûj a leşkerî

HPG´ê ji bo şehîd Dijwar Cizîr jî got, "Hevrêyê me li bajarê serhildanê Cizîrê ji dayik bû. Hevrêyê me Dijwar di danîna bingehên berxwedana xwerêveberiyê de bi rola xwe rabû. Piştre ji bo têkoşîneke hîn aktîftir berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2014’an li herêma Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Dijwar bi helwêsta xwe ya leşkerî ya tûj bû gerîlayekî mînak. Li ser esasê parêznameyên Rêbertiyê xwe perwerde kir û ji bo bibe pêşengê Apoyî kedeke mezin da. Hevrêyê me Dijwar xwest biçe Bakurê Kurdistanê û hesabê komkujiya ko dijmin bipirse û vegeriya axa Botanê ya ku lê ji dayik bûbû. Hevrêyê me

Rêhevalên me Koçer, Berxwedan û Dijwar ku di têkoşîna azadiya gelê me de”.

Nasnameya şehîdan jî weke li jêr e:

- Koçer Didêrî: Naîm Îlçîn ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Ayşe û Mehmet, 25’ê Nîsana 2022’yan li Bestayê şehîd bû.

- Berxwedan Amara (Leyla Îldenîz) a li Izmîrê ji dayik bûye, keça Nazdar û Faysal, 25’ê Nîsana 2022’yan li Bestayê şehîd bû. 

- Dijwar Cizîr (Selîm Ûslû) yê li Şirnexê ji dayik bûye kurê Nefiye û Mehmet, 25’ê Nîsana 2022’yan li Bestayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.