Koalîsyon divê êrişan asteng bike
Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:25
- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya bi destê dewleta Tirk li Qamişloyê, şermezar kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya bi destê dewleta Tirk li Qamişloyê, şermezar kir.
Rêveberiyê got, "Em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Rêveberiyê gotm "Dewleta Tirk a dagirker 9'ê Mijdara 2021'ê bi balafireke bêmirov a biçek li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê êriş bir ser wesayitekê. Di encamê de Yûsif Gulo jî di nav de ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin, ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn.
Êrişa dewleta Tirk di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û cîhanê de hate kirin. Li gorî erk û berpirsyariya xwe divê li pêşiya van êrişan bibin asteng. Ev gava dewleta Tirk xeter e. Li dijî vê, divê helwêsteke zelal bê nîşandan.
Em van êriş û sûcên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina berxwedan û îradeya gelê me, bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin û soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe yên ku ji bo jiyaneke bi rûmet jiyana xwe feda kirine, têkoşîna xwe dewam bikin."
QAMIŞLO