KNK li Hewlêrê hevdîtinan dike
Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 01:45
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs dijî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi nûnerên partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Karamus ji bo dijî êrîşan helwesteke netewî were nişandan li Hewlêrê bi nûnerên Komelgeha Dadgerî, Partiya Parêzgeran û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk re hevdîtin kir.
Hevserokê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs li bajarê Hewlêrê serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê, Partiya Parêzgeran a Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir.
Karamûs ewilî serdana Komelgeha Dadgerî ya Kurdistanê kir û ji aliyê endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî serdana Partiya Parêzeran a Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê partiyê Ecar Surçî ve hate pêşwazîkirin.
Di berdewamiya serdanan de Ahmet Karamûs serdana Yekitiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê kir û ji aliyê Sekreterê yekitiyê Xefûr Mexmûrî û endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanan de leşkerkêşan û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û helwesta hevpar ya partî û aliyên siyasî ya li beramberî metirsiya mezin a dagirkerên Kurdistanê ya li ser gelê kurd hate guftugokirin. Her wiha qala pêwîstiya yekitî û yekrêziya neteweyî hate kirin.
Pişt re Dezgeha Standart ji bo Hevserokê KNK’ê Karamûs li gel hinek kesayetên welatparêz û rewşenbîran civînek li dar xist. Karamûs di civînê de li ser pêwîstiyên yekîtiya gelê kurd û pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya neteweyî axivî.
Serdanên Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Karamûs yên ji bo partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê wê berdewam bike.
MA