Tevlî mîtînga li Kolnê bibin
Duşem 23 Hezîran 2025 - 02:55
Di salvegera 11'emîn a berxwedana Şêx Seîd de 27-28'ê Hezîranê li Brukselê konferansek, 29'ê Hezîranê jî li Kolnê mîtîngek tê lidarxistin. Hevserokê KNK'ê bang li her kesî kir ku ji bo xwedîderketina li nirxên neteweyî tevlî mîtînga li Kolnê bibin.
Di salvegera 100'emîn a berxwedana Şêx Seîd de bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukselê ji bo 2 rojan konferansek tê lidarxistin. Heman piştî konferansa 27-28'ê Hezîranê wê di 29'ê Hezîranê de jî li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mîtîngek bê lidarxistin.
Têkildarî konferansa li Brukselê û mîtînga li Kolnê, Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûsaxivî.
Neheqî li kurdan kirin
Ahmed Karamûs anî ziman ku piştperdeya serhildanên li Bakurê Kurdistanê yên di dîroka Komarê de hatin kirin hîn nehatiye ronîkirin û destnîşan kir ku ev serhildanên bi daxwaza maf û azadiyê hatin kirin divê ji aliyê Kurdan ve baş bêne fêhmmkirin. Ahmed Karamûs diyar kir ku ew dixwazin nîqaş bikin bê berî û piştî serhildana Şêx Seîd çi bû, piştperdeya wê ya dîrokî çi bû, çi bi xwe re anî û konferansa di salvegera Peymana Lozanê de bi bîr xist ku bi heman rengî pêk hatibû. Ahmed Karamûs her wiha got:"Bi Peymana Lozanê re neheqiyeke gelekî mezin li Kurdan hate kirin."
Ahmed Karamûs anî ziman ku piştî konferansê wê 29'ê Hezîranê li Kolnê meş û mîtîngeke girîng bê lidarxistin û bang li Kurdan hemûyan kir ku beşdarî vê mîtîngê bibin.
ANF/KOLN/AHMED KARAMÛS