- Weşanxaneya Aryen bi navê “Topa Xwedê” kitêbeke nû ya çîrokan çap kir.
Weşanxaneya Aryen bi navê “Topa Xwedê” kitêbeke nû ya çîrokan çap kir. Nivîskarê pirtûkê Welat Esen di vê kitêba xwe de berê xwînerên
Kurdî dide çîrokên Kurmancî.
Ji çîroka “Topa Xwedê” çend hevok wiha ne;
“Min hîn peyva xwe bi serî nekiribû, pirîsk bi şîqîniyekê re ji ber çavên min rabûn. Bi birûska vedayî re, dengê yadê kêfa min li min şikand:
‘Qurmiçiyo! Çi topa xwedê xwedêya te ye, huş be belqitiyo, huş be... Ev tanq e tanq!’”
NAVENDA NÛÇEYAN