Kêm maye nexweşxane raweste

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:15

Ji ber dorpêça giran a li ser herêma Şehbayê ku bûye 6 sal bê navber ji aliyê hikumeta Şamê ve tê ferzkirin, rewşa tenduristiyê li Şehbayê li ber xeteriyê ye. Nexweşxaneya Avrînê ji sedî 80 nikare xizmetê bike.

Nexweşaxaneya Avrînê ku piştî dagirkirina Efrînê li gorî derfetên kêm li navçeya Fafînê hate demezrandin, rojane dikarî 500 nexweşan pêşwazî bike û derman bike. Lê niha ji ber dorpêça giran û nebûna elektrîkê û derman, hemû beş lê hate sekinandin, tenê beşa lezgîn, beşa Çavdêriya Taybet û emeliyatên gelekî awarte û krîtîk di rewşên gelek lezgîn de dixebitin. Ji bo beşa Çavdêriya Taybet ji ber kêmbûna sotemeniyê tenê jenetorekî pêdixin û cîhazên ku li wê derê bê ku çirayan pêxînin kar dikin. Hemşîre û bijîjkên li wê derê bi fenerên ku bi rêya enerjiya rojê şarj dibin, dixebitin.

Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrînê Arîn Elî diyar kir ku li nexweşxaneya Avrînê ji sedî 80 ji kar hatiye seknandin û got: "Mezintirîn nexweşxane Nexweşxaneya Avrîn e. Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê xwe li vê nexweşxaneyê derman dikin. Niha jî li ber sekinandinê ye. Hemû xebatkarên tenduristiyê bêyî ku îstirehet bikin, dixebitin. Eger ev rewş wisa berdewam bike, wê herêma Şehbayê rû bi rûyê kaoseke tenduristiyê bimîne."

Hevserokê Desteya Tenduristî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Bijîjk Azad Reşo jî got: "Zexta dorpêça hikumeta Şamê, li Şehbayê îsal jî gihiştiye lûtkeya xwe. Di van deh rojên dawiyê de bandoreke mezin li ser qada tenduristiyê kir. Ji ber kêmbûna derfetên çûn û hatinê, her wiha kêmbûna sotemenî û derman li kampa Efrîn a Şehbayê zarokekî jiyana xwe dest da. Ji ber wê herêma Şehba li beramberî karesetekî mirovî ya mezin e."

ANF/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.