
- Kasim Ogûç li Amedê pîşeyê hostekariya pêlavan dewam dike. Ew dibêje, ciwan xwe nadin ber vî karî.
Kasim Ogûç li Amedê pîşeyê hostekariya pêlavan dewam dike. Ew dibêje, ciwan xwe nadin ber vî karî.
Kasim Ogûç ji navçeya Xîzan a Bedlîsê ye û ev zêdeyî 50 salan e li Amedê dimîne. ew ji birayê xwe hînî solkerî û tamîrkirina pêlavan bûye. Ogûç ev 45 sal in ku vî karî li dikana xwe dike. Ogûç li navçeya Sûrê ya Amedê mezin bûye, dikana xwe ya destpêkê li wir vekiriye, lê belê salên dawî bar kiriye taxa Yenîşehîrê.
Ogûç gilî û gazinan dike ji ber ku kes nîne pîşeyê wî dewam bike: "Gelek kes li ber destê min xebitîn, lê belê tenê çendekan ji wan pîşe dewam kir. Wan jî piştre dest jê berda. Zarokên min bi xwe xwe nêzî vî pîşeyî nekirin."
Ogûç dibêje, "Dema min dest bi vî karî kir, min nikarîbû rahêjim çakûç. Gelek caran min li tiliya xwe dixist. Lê belê bi demê re mirov dibe hoste. Her ku model û berhem zêde dibin, mirov jî bi pêş ve diçin."
Ogûç dide zanîn ku krîza aboriyê bandor li pîşeyê wan jî kiriye, buha êdî mîna berê nîne: "Dema ku em pêlavekê çêdikin, sererast dikin em 15 TL ji mirovan dixwazin. Lê ev jî ji bo mirovan zêde ye. Dibe ku ew jî mafdar bin, lê belê em jî alavan nikarin bi buhayê berê bikirin. Muşterî heta ku bi çavê xwe nebînin, bawer nakin. Dema ku li gel me disekine û dibîne, hingî bawer dike. Dibe ku niha karê me zêde bûye, lê belê qezenca me kêm e. Ji ber ku em malzemeyan buha dikirin, lê belê hewl didin ku muşteriyan pê nehesînin."
ANF/AMED















