Kargehên Komuna Film a Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 2 Adar 2023 - 00:38

CÛDÎ ÎBRAHÎM/ANF/KOBANÊ

 

Komuna Film a Rojava kargehek vekir û dest bi hînkirina berhemên sînemayê dike.

Komuna Film a Rojava, bi sponsoriya Tevgera Çand û Huner a Baqî Xido, li Kobanê kargeheke sînemayê vedike. Di kargehê de dewreya perwerdeyê ya 15 rojan wê bê dayîn. Dersên dîroka sînemaya Kurdî, derhênerî, montaj, senaryo, produksiyon, ronahî, kamera, deng, makyaj, kast û cil û berg wê werin dayîn. Kesên dixwazin  tê de cih bigirin, divê heta 4 Adarê xwe qeyd bikin.

Ji rêveberiya Komuna Film a Rojava ya Kobanê, Diyar Omer got, “Ev bû 6 sal Komun hatiye avakirin û bû ev cara 3’yan ku ev kargeh tê vekirin; bi alîkariya Desteya Çand û Huner a Baqî Xido, kargeha Komuna Film tevî biranşên girêdayî sînemayê, dîroka sînema û kamera, senaryo û berhemên sînemayê werin dayîn.

Di kargehê de dersa dîroka sînemaya Kurdî ya Şoreşgerî jî wê were dayîn. Piştî kargehê wê kurtefilm bê amadekirin, ji bo ku bêhtir sînema were naskirin. Em ê Komuna Film a Rojava mezin bikin û em ê bigihînin astên herî bilind. Heta niha bêhtirî 15 kesan navê xwe tomar kiriye, piştî kargehê wê kesên jêhatî di komunê de bên qebûlkirin.”

Mamosteyê makyajê Mehmûd Mihemed jî anî ziman ku armanca wan ew e ku sînemaya Kurdî bêhtir bidin naskirin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.