Kar û zirar

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 2 Îlon 2020 - 23:00

  • Siyaseta Kurd a bi navê rêya sêyemîn kar û zirara xwe dizane. Ji ber vê jî bi xêr û fêyde ye. Belkî ji bo vê siyasetê aliyê dîplomasiyê qels dimîne. Di jiyana Kurdan a berê de ji bo dîplomatan qasid digotin. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya Kurdan bi qasidên hoste heye.

Mirov têne cem hev civat û civakan pêk tînin. Roja me ya îro jî herî zêde sîstema sermayedariyê vî awayê rêxistiniya mirov a kakil ji hev bela wela dike. Di çarçoveya parastina mafên ferdî de vê bi hostayî dike. Bêguman têkiliyeke sîmbiyotîk di navbera mafên ferdî û civakî de heye, lê eger civak nikaribe xwe biparêze mafê xweparastineke demdirêj a ferd nîne.
Di nava geremol û hengameya Rojhilata Naverast de pêdivî bi civakeke xurt heye. Ji bo vê hewce ye ku em rêzik û pîvanên xwe yên civakê zelal deynin. Em zanibin li dora berjewendiyên xwe yên civakbûnê bêne cem hev û wan biparêzin. Girîng e ku mirov dost û dijminên xwe ji hev derxe û li gorî wê siyaseteke xweparastinê ya civakî bimeşîne. Pêkanîna civakan bi siyaseteke hûrûkûr a rêûresm, çand û menzûmeyên rêzik û pîvanan e. Bêguman li gorî civakan girîngiya van rêzik û pîvanan dibe ku biguhere. Lê em li vir para bêhtir qala xwe û civaka xwe, herêma xwe dikin.
Civakên gelê Kurd bi têgihiştin û serwextiya çandî, felsefî û îdeolojîk roj bi roj mîna gihayên ji bin keviran derdikevin, hişyar dibin û li ber bayê azadiyê bejna xwe li ba dikin. Qonaxên wisa di dîroka gelên Mezopotamyayê de Newrozê îfade dikin. Serdem û qonax jî li gorî xwe xwedî xislet û taybetmendî ne.
Ji ber vê hişyarbûn û serwextiyê, dewletên qewmperest ên mîna dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrî, vediciniqin û ditirsin. Ev tirs wan bi ser Kurdan de diajo û hewl didin Kurdan qir bikin. Bi gelek awayan an jî bi her awayî hewl didin qir bikin û di vê de hema bêje tişta nayê bîra mirov jî dikin.
Li vir tişta nû ew e, gelê Kurd xwe weke Tevgera Azadiyê bi rêxistin kiriye û ev yek jî di warê civakî de çê xirab pêk aniye. Em li vir dikarin qala hêzeke berbiçav a bi gewdebûyî bikin. Ji lewra di nava hevsengiyên herêmê û cîhanî de bivênevê hesabê Kurdan tê kirin. Herçiqasî ji bo Kurdan di vê de tehlûke hebin jî lê para bêhtir serketin xuya dike.
Li herêma me şerekî mezin bi timtêl û şêleke nû diqewime. Jê re şerê cîhanê yê sisiyan tê gotin. Di vî şerî de hêzên serdest ên cîhanê cih digirin. Ew carna bi xwe yekser di nava meseleyê de ne, carna jî bi destik û xulamokên xwe dikevin nava şer û ji ber vê jî hin di qonaxan de ji vî şerî re gotina şerê wekaletê jî hat bikaranîn. Di nava vî şerî de Kurdan siyateke xweser meşand û wan, ev weke rêya sêyemîn bi nav kir. Kurd di vê xeta xwe de nexasim li ser erda Rojavayê Kurdistanê serketî ne.
Di nava vê hevsengiya hêzên herêmî û navdewletî de hinek caran berjewendiyên Kurdan û hêzên serdestan li hev tên û hin caran jî têne beramberî hev. Di rewşên welê de hêzên dagirker û qirker dixwazin ji vê sûdê bigirin. Hewl didin Kurdan di van hevsengiyan de bilikumînin û bixin xeteke xwar. Bêguman cîhana sermayedariyê cîhaneke qirêj û gemarî ye, û ji bo berjewendiyan her tiştî dikare bike, lê li herêmê dagirker û qirker ji berjewendiyan wêdetir yekser qestî man û nemana Kurdan dikin. Ji lewra jî li vir li bereya esasî dagirker û qirker hene. Hêzên serdest ên bi wan re hevkariyê dikin divê bêne teşhîrkirin, lê di bereya pêşî ya dijber de cih negirin. Ev bi vî awayî nebe, wê bibe siyaseteke xwar, û wê gelê Kurd di kendalekê de wer bike ku nikaribe jê bifilite.
Siyaseta Kurd a bi navê rêya sêyemîn kar û zirara xwe dizane. Ji ber vê jî bi xêr û fêyde ye. Belkî ji bo vê siyasetê aliyê dîplomasiyê qels dimîne. Di jiyana Kurdan a berê de ji bo dîplomatan qasid digotin. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya Kurdan bi qasidên hoste heye. Li qada navdewletî divê ev qasid pîkolê bikin.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.