- Li herêma Serhedê “kameraya şivanekî Kurd” hewl dide çanda devkî ya Kurdan bi belgefilman qeyd bike. Sînemavan Emîn Turkuz ku heta van salên dawî jî şivantî dikir, gelek xebatên sînemayî birine serî. Wî da zanîn ku kameraya xwe ya pêşîn bi firotina çend kewar û hinek giya kiriye û rêwîtiya wî ya sînemayê bi vî awayî dest pê kiriye.
ARDÎN DÎREN
Şivantiya Kurdan li dinyayê bi nav û deng e. Lê şivanên me naşibin şivanên xelkê, ew li gel şivaniyê risteyên xweşik ên helbestan dihûnin û dikarin bibin helbestvan jî. Ew dikarin bi çend zimanên dinyayê biaxivin û romanan jî binivisînin. Her wiha ew dikarin li gel şivantiyê sînemavaniyê jî bikin û belgefilmên xweşik jî çêbikin. Jixwe romana pêşî ya Kurdî ango “Şivanê Kurmanca” jî ji destê şivanekî derketibû. Ma ne Erebê Şemo jî yek ji wan şivanên xurt ê xelkê xwe bû. Ji lewre jî şivanên Kurdan têra xwe jîr in û kes nikare zû bi zû bi wan re kap bavêje. Sînemavan Emîn Turkuz jî yek ji wan şivanên jîr û bi qabiliyet e. Zarokatî û xortaniya wî bi şivantiyê derbas bûye, wî li hêla Îdîr, Erdexan û Qersê şivantî kiriye û zozan bi zozan geriyaye.
Çîrok û destanên ku dê û bavê wî di zarokatiyê de jê re gotine, berê Emîn daye sînemayê û xwestiye sînemayê bixwîne. Emîn Turkuz heta van salên dawî jî şivantî dikir û li gel şivantiyê hewl dida belgefilman çêke. Hezkirina Emîn a ji bo sînemayê bi ti tiştî nayê pîvan. Ew di nav bêderfetiyan de li ber xwe dide û dixwaze belgefilman çêke. Her çiqas astengî derdikevin pêşiya wî jî ji sînemayê sar nabe û hewl dide belgefilmên baş çêke. Belgefilma wî ya yekem a bi navê “Kameraya Şivan” ji gelek festîvalan xelat wergirtiye. Wî di vê belgefilma xwe de serpêhatiya xwe ya şivantiyê kiribû film; şivanekî ku di destan de kamera heye û belgefilman çêdike, kiribû mijara belgefilma xwe.
Emîn Turkuz herî zêde derbarê çanda devkî de xebat birine serî. Ew û sînemavan Rodî Yuzbaşî belgefilmên li ser dengbêjan ên ku ji 52 beşan pêk tên, çêkirine. Her wiha derbarê Çiyayê Agirî û Çiyayê Sîpan de jî dîsa tevî Rodî Yûzbaşî belgefilm çêkirine Emîn û gelek projeyên bi vî rengî, yên ku bêhtir behsa çanda devkî û serpêhatiyên herêma Serhedê dikin, bi rêk û pêk birine serî. Ev çend sal in, ez Emîn nas dikim û min hay ji karên wî heye. Gava ku min xwest ez li hal û wextê Emîn bipirsim û nûçeyekê derbarê wî de hazir bikim, wî ji min re got, “Ez bi roj li ser çekîcî dixebitim, yanî şofêriyê dikim. Bi şev jî ser û guhê belgefilmên xwe didim hev. Heger wext bibînim, hinek jî radikevim. Ji alîkî ve jî zarok hene hewl didim bi wan re jî wext derbas bikim.”
Emîn Turkuz di nav vê sergêjiyê de behsa kar û barên xwe yên sînemayê kir.
Kameraya yekem ya şivanî
Emîn Turkuz da zanîn ku wî cara pêşî bi pereyê çend kewar û firotina hinek giya, kamerayek kiriye: “Ez di sala 1980’an de hatim dinyayê. Li Îdirê em bi ajalvaniyê re mijûl bûn. Biharan em li zozanan diman û dema dibû zivistan em vedigeriyan bajêr yan jî gund. Te dî, berê ceryan tinebû û weke gelek deverên Kurdistanê, em jî bi çîrokên ku di şevên tarî de dihatin gotin, mezin bûn. Dayik û pîrika min gelek çîrok ji me re digotin. Ji ber vê yekê têkiliyeke min a xurt heye bi çanda devkî re. Yanî dibe ku vê tesîrê bala min biribe ser sînemayê, her çiqasî destpêkê tiştek wiha tine be jî vê dawiyê min hîs kir ku hezkirina min a ji bo sînemayê girêdayî çanda devkî ye. Min li Zanîngeha Wanê dest bi xwendina sînemayê kir. Her ku ez ketim navê, bêhtir kêfa min ji sînemayê re hat. Paşê jî min xwest hin dîmenan bigirim û pratîk bikim. Lê derfetên min qet tine bûn, kamera, deng û trîpotekî min tine bû. Ji bo ez derfetan biafirînim, xebitîm. Li gel ku derfetên malbatê tinebûn jî bi min re bûn alîkar. Hin kewarên wan hebûn û her wiha hinek giyayê wan jî hebû. Ew ji bo min firotin da ku karibim ji xwe re kamerayekê bikirim.”
‘Kameraya Şivan’ bû motîvasyoneke baş
Piştî ku Emîn kameraya xwe ya yekem dikire diçe şivantiyê. Ew bi vî awayî behsa serpêhatiya xwe ya şivantiyê û belgefilma xwe ya yekem dike: “Çend hevalên min hebûn, gotin, em ê herin Qers û Erdexanê şivantiyê bikin. Ez fikirîm, min got, çima ez jî neçim. Bi vî awayî min dest bi şivantiyê kir dîsa da ku debara xwe bikim. Di vê navberê de kameraya min jî li gel min bû. Zozanên ku em diçûnê pirr xweşik bûn. Min dest bi girtina dîmenan kir û xwest belgefilmekê çêkim. Karekî zehmet e helbet, ji hêlekê ve li heywanan dinihêrim û ji hêlekê ve jî belgefilm çêdikim. Lê piştî demekê, min nihêrî ku dîmenên xweşik derdikevin holê û min got, ez çima serpêhatiya xwe nakim belgefilm. Belgefilma min a yekem a bi navê “Kameraya Şivan” (payîza 2012’an) bi vî awayî derket holê. Ji belgefilm gelek hate hezkirin û ji gelek deveran jî xelatên herî baş wergirtin. Ev ji bo min bû moral û motîvasyoneke baş.”
Piştî belgefilma “Kameraya Şivan” wî belgefilmên bi navê “Dara Jiyanê” û “Wenda” çêkirine. Projeya wî ya duyem, belgefilma “Dara Jiyanê” behsa zehmetiyên jinan dike. Projeya sêyem jî wî tevî sînemavan û belgefilmsaz Rodî Yûzbaşî çêkiriye. Belgefilma “Wenda” jî behsa xweza, cîrantî û hevaltiyê dike. Ev her du belgefilm jî li gelek cihan tên nîşandan û xelatan werdigirin.
Esmanê sor yê Geliyê Zîlan
Emîn derbarê komkujiya Geliyê Zîlan û Serhildana Agiriyê de jî xebitiye û qeydên giranbiha girtine. Belgefilma wî ya bi navê “Esmanê Sor” yek ji wan belgeyan e ku behsa komkujiyê dike. Emîn da zanîn ku kesên di belgefilmê de cih digirin, şahidên dawî yên komkujiyê bûn û diviyabû tiştên behsan wan dikirin, bihatana qeydkirin. Emîn ji bo vê belgefilma xwe jî got; “Serê ewilî ez li ser Serhildana Agirî dixebitîm. Lê piştî ku min hin şahidên Geliyê Zîlan naskirin, min got, ez li ser komkujiyê belgefilmekî çêkim. Di nav bêderfetiyan de min hewl da vê belgefilmê jî biqedînim. Min çend caran ji derûdorê, ji kesên ku alavên wan ên sînemayê hebûn, alîkarî xwest lê kesî guh neda min û bi min re alîkarî nekir. Ji ber ku ev kesên ku min ew naskiribûn, şahidên dawî bûn, heger ew jî bimirana, me dê nikarîbûya komkujî bikira belge. Ez careke din çûm şivantiyê da ku derfetan biafirînim ji bo belgefilmê. Yanî dikarim bibêjim, min heya van salên dawî jî tim şivantî kir û debara xwe bi şivantiyê kir. Bi alîkariya çend hevalan me belgefilma “Esmanê Sor” ya li ser komkujiya Geliyê Zîlan bi dawî kir. Gelek şahidên wê demê û kesên çûbûn sirgûne axivîn di belgefilmê de. Karekî bi qîmet bû ji bo min. Lê kes lê xwedî derneket. Gelek kesên ku me dîmenên wan girtin jî vê paşiyê wefat kirin. Niha jî gelek dîmenên ku me girtine weke arşîv li gel min hene.”
Leşkerên Tirk nahêlin film çêbikin
Projeya dawî ya Emîn Turkuz û Rodî Yûzbaşî heft çîrok in, heft çîrokên ji hevdu cuda lê bi hev ve girêdayî ne. Emîn di vê projeyê de lîstikvaniyê jî dike. Çîroka sereke dîsa li ser şivanekî ye ku kavirekî xwe winda dike, ev şivan di dema lêgerîna kavirê xwe de rastî gelek tiştan tê. Ev rasthatinên wî dikin ku ew hin kesên din jî nas bike di rêwîtiya xwe de. Payîza çûyî ango sala 2022’yan wan dest bi projeyê kir û xwestin li gundên serhedê dîmenên xwe yên ji heft çîrokan pêk tên, bikin film. Lê piştî ku dest bi projeyê dikin, leşkerên Tirk wan rehet bernadin û astengiyan derdixin pêşiya wan da ku film çênekin. Emîn bi vî awayî behsa astengiyan kir: “Gelek caran li ser kar em tacîz kirin, xwestin kamerayên me ji me bistînin. Hin dîmenên ku me girtibûn, jê birin. Yanî wan bi her awayî em aciz kirin. Çend caran me xwest em destûrê bigirin ji walîtiyên Agirî û Îdirê, em bi mehan man li benda wan lê destûr nedan me û gotin, film çênekin. Bi hinceta ku li herêmê operasyon hene, karên me betal kirin. Wekî din ti sedemeke din nîşanî me nedan. Nêzîkatiyeke wan a dijminane hebû. Ji bo ku xebatên me li ser çîrok û serpêhatiyên Kurdan bûn, nehiştin em filmê xwe biqedînin û filmê me nîvco ma.”
Beriya winda bibin û werin jibîrkirin
Emîn Turkuz herî dawî da zanîn ku çîrok û qewimînên herêma Serhedê gelek muhim in û got, “Bi saya van çîrokan çanda devkî ya Kurdan dewlemendttir bûye. Jixwe, sedema ku min dest bi sînemayê kir jî çîrokên dê û bavê min bûn ku wan ji piçûkatiyê ve ji me re digotin. Min xwest van çîrokan berhev bikim, beriya ku winda bibin û werin jibîrkirin. Tenê ne çîrok, her wiha lîstikên me yên di şahî û dawetan de jî girîng in. Niha ji wan tenê çend fîgûr mane. Me bi belgefilman ev lîstik û çîrok giş qeydkirin. Li gel ku dewletê gelek caran em aciz kirin û xwest em vê yekê nekin jî, dîsa jî me bi rê û rêbazên cuda karên xwe yên derbarê çanda devkî de birin serî û arşîveke xurt ava kir.”