Hunera ji bermahiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 00:49

  • Fatîma El-Mutavîrî ya ji benderek li Basrayê ye, kartonên zexm ên hatine avêtin kom dike, li ser wan bi rêya firçe û rengên xwe, hunerek ava dike û bi vî awayî bermahiyan vediguherîne tabloyên hunerî ku di hemûyan de serpêhatiyek heye.

RECA HEMÎD REŞÎD / JÎNHA / IRAQ

Fatîma El-Mutavîrî tîne ziman ku bi bikaranîna nasnameya xwe, hewl dide materyalên bermayî veguherîne berhemên hunerî. Bi vê rêbazê hem ewê ji qirêjiya jîngehê xilas be hem jî dê modelên hunerê biafirînin. Di demekê de ku qutiyên karton ên êdî bikêr nayên li quncikên bajarên qerebalix kom dibin de, wênesaz Fatîma El-Mutawîrî wan perçeyên terikandî berhev dike û giyanek nû dide wan. Bi firçe û rengên xwe, tenê li ser karton wêne çênake, di heman demê de bîranînan ji nû ve dinvîse û şopên bajarê xwe yê ku hîn jî di hundirê xwe de lê dide tamîr dike. Di navbera xêz û siyan de, raman bi materyalê re dibe yek û huner çêdibe, ku di nav tebeqeyên xwe de çîroka welatekî û qêrîneke bedewiyê ku ji kêlekê tê, hildigire.

‘Hezkirina hunerê zû de di dilê min de hebû’

Fatîma El-Mutavîrî ya 37 salî, ji navçeya Fao ya parêzgeha Basraya li başûrê Iraqê, li ser destpêka rêwîtiya xwe ya hunerî got: "Rêwîtiya min a bi wênesaziyê re, di rabirdûyek ne ewqas dûr de destpê kir. Lê hezkirina ji hunerê, ev demeke dirêj bû di dilê min de hebû. Destpêkê min girîngiya ku heq dikir, nedida vê jêhatiya xwe. Piştre min di hundirê xwe de enerjiyeke kûr û behreyek rastîn keşf kir ku her roj mezin dibû. Ez bi taybetî bi cîhana kartonê re eleqedar bûm. Min li wir azadiya îfadeyê û şadiya avakariyê dît. Min fêm kir ku pêwîst e ez vê jêhatîbûna xwe hembêz bikim, bipêş bixim û pê re pêşve biçim.”

‘Materyalek jirêzê ye lê gelek çîrokan dihewîne’

Fatîma diyar kir ku di mala xwe de quncikek taybet çêkiriye ku tê de berhemên xwe yên hunerî diafirîne û wiha got: "Her hunermendek hewceyê cîhekî ye ku tê de xwe bi ewle û aydê xwe hîs bike. Min ew cîh di nav reng û materyalên xwe de dît. Karton çavkaniya min a yekem a îlhamê bû. Ew materyalek hêsan e lê gelek çîrokan dihewîne. Ji rojên dibistanê ve jê hezdikim; ji nû ve şekil dike, ji peyker û hêza xwe ya xeyalê ku derdikeve, dikarim fikrên ecêv derxim. Dema ku çavê min bi perçeyek qartonê dikeve, di wê demê de fikrek ava dibe û destê min teşe dide wê.”

‘Dikarim fikrên xwe azad xêz bikim’

Fatîma got ku yek ji mezintirîn zehmetiyên pê re rû bi rû mane, xebata bi kartonê ye û sedemên wê wiha vegot: “Karton ne tenê ruyeke ku li ser xet birêsî; avahiyek bi pêdiviyên taybetî. Pêwîst e ku cureyek kartonê were bijartin ku zexm, domdar û li hember tevger û xêzkirinê berxwedêr be. Bi taybetî dema ku berhemên xwe hildigrim, li kartonên hem xurt hem jî domdar digerim. Bi vê re bêyî ku tirsa hurguliyan bijîm, dikarim fikrên xwe azad xêz bikim.”

Di karê peykersazî û kolandinê de kêr bikar tîne

Fatîma destnîşan kir ku ku karton ji ber ku ew materyalek ji kaxezê ye, li hember şilbûn û boyaxên bi rûn berxwedêr nîne û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê ez boyaxa akrîlîk wek bingeh bikar tînim. Akrîlîk hem domdarî û hem jî nermbûnê peyda dike. Ez bi sepandina tebeqeyan dighîjim rengê ku ez dixwazim.” Fatîma diyar kir ku ew di karên xwe yên peykersaziyê û kolandinê de kêrên bi şekil û mezinahîyên cûrbecûr bikar tîne û got ku her kêr xwedî fonksiyoneke xwe ya taybet e. Fatîma wiha got: “Her amûra birînê ji bo goşeyek, rûyek an kûrahiyek bi taybetî tê bikaranîn. Ji ber ku xebata li ser kartonê ji bo afirandina hevsengiyek di navbera siya û mezinahîyê de rastbûn û baldariyê hewce dike."

Serpêhatiya bajarê Fao

Fatîma derheqê berhemên hunerî de wiha got: “Her berhema ku ez çêdikim, ji bo min cihekî wê yê girîng heye.  Lê ya ku nêzî rihê min e, tabloya ku min navçeya Fao vegotî ye. Di vê xebatê de min nexşeya Basra mîna çarçoveyek nasnameyê bikar aniye, piştî wê min deriyê dîrokî yê Fao jî li ser xêza xwe zêde kir. Ji ber ku Fao cihekî ye ku bi deryayê tê naskirin, min kelekên navdar ên bi navê 'Lenje' jî lê zêde kirin. Ev deryavanî, jiyana me ya benderê û çanda masîgiriyê nîşan dide.  Ev tablo ne tenê wêneyek e, çîroka bajarekî ku tije hesret û hunerê ye jî.”

‘Dixwazim herêma xwe nîşan bidim’

Fatîma El-Mutevîrî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku xwe tenê di fikrek de dîl nekiriye, guhertin û veguhertin sirra afrîneriya daîmî ye. Fatîma wiha got: “Dubarekirina heman fikrî, dê nebaş be. Ez her tim li tiştên ku pir balê bikişînin digerim. Armanca min ew e ku bi hunera xwe ji herêma xwe derkevim û bi beşdarbûna di pêşangehên derveyî de navçeya Fao û Basrayê temsîl bikim. Ji ber ku Fao tijî mirovên jêhatî ye ku piştgiriya ku heq dikin nagirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.