Festivala Şanoyê ya Amedê ya 10’an ku bi şiyara “Çiraya me geş dibe” tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir.

Di roja duyemîn de şanoya Kurdî Romeo û Jûlîet hat pêşkêşkirin.  Li Çand Amedê 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê bi şiyara “Çiraya me geş dibe” berdewam kir. Roja duyemîn bi şanoya “Romeo û Jûlîet” (Niha çawa ye) hat temaşekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak jî di navde nêzî 500 welatî li salonê şano temaşe kirin. Şanohezan, şano bi baldarî û eleqeyek mezin temaşe kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN