Xelatgirên Festîvala Dusseldorfê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Nîsan 2025 - 00:49

FIRAZ BARAN / DUSSELDORF

Xelatên 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê hatin diyar kirin.

Derhênerên kurtefîlman di bin navê “Xelata Piştgiriya Fîlma Nû” de çar xelat wergirtin. Di festîvalê de 23 kurtefîlm ketin pêş perdeyê. Lijneya (Jurî) Kurtefîlman ji her parçeyekî Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) xelatek da derhêneran.

Lijne ji van navan pêk hat: Berfin Emekdar, Hawraz Mohammed, Ekrem Heydo, Binevşa Berivan û Yilmaz Al Mouhamed Ali. Bo xelatên kurtefîlman derhênerên ku xelat wergirtine ev in:

Xelata Rojava: Rodî Osman – Rê
Xelata Rojhilat: Mariam Samadi – Salt Sallers
Xelata Başûr: Mouhamed Sherwani – I Will Wait
Xelata Bakur: Mahsum Taşkın – Garan

Komîteya Festîvalê jî çar xelatên taybet ji bo fîlmên dirêj û dokumentarfîlman diyar kirin. Derhênerên ku xelat wergirtine ev in:

Xelata Jîna Amînî: Maria Laura Vasques – Lêgerîn
Xelata Mafê Mirovan: Ömer Biçer – Vartinîs
Xelata Sînemaya Berxwedêr a Xelîl Dag: Olmo Couto – Serê Kaniyê
Xelata Yilmaz Guney: Binevsa Berivan – The Virgin and Child

Ji Rojavayê Mêvanê Taybet

Îsal fokus a 2. Festîvalê Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê “Rojava” bû. Fuad Omer li ser navê Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê tevlî merasîme bû û spasiya xwe pêşkeşî Komîteya Amadekar û sînemageran kir û got: “Ez gelek kêfxweş im ku li festîvalê diaxivim. Ev festîval rastî û serkeftina gelê Kurdistanê anî pêş perdeyê. Em spasiya komîteya amadekar û hemû sînemageran dikin. Sê roj in ez li ba we me. Kişandina fîlman jî tekoşînek e li Kurdistanê. Ev şert û mercên me ne. Çiqas kêfxweşiyek e ku Konferansa Yekrêziyê jî doh di dema festîvalê de hate li dar xistin. Serkeftina Konferansê ji hemû gelê Kurdistanê re pîroz dikim. Hemû beşên Kurdistanê derhenêr hatine festîvalê. Bo naskirina Kurdistanê festîvalê rolek mezin lihîst.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.