Jin jiyan azadî gerdûnî bû

Nûçeyên Jin

Çarşem 8 Adar 2023 - 00:08

  • PAJK'ê got, ala têkoşînê ya felsefeya 'Jin jiyan azadî' di destê jinê de bilind dibe, wê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da. PAJK'ê got, "Têkoşîna azadiya jinê, li ser hîmê bîr û baweriya jinê ya bi serî rakirin, têkoşîn û serketinê bi pêş ket. Di oxira wê jiyana azad de jin bi têkoşînê bûne bersiv û wan berdêlên giran dan. Em di şexsê afirînerên roja jinên kedkar ên cîhanê roja 8’ê Adarê û pêşengên têkoşîna azadiya jinê Rosa Luxemburg, Clara Zetkin, Sara, Evîn û Raperînan de tevahî jinên di xeta azadiya jinê de têkoşiyane û li ber xwe dan bi bîr tînin. Roja têkoşîna jinê 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

Zêhniyeta serdest a mêr di şexsê jinê de, li ser civakê siyaseta qirkirin û mêtingehkirinê ava kiriye. Bi bîrdoziya zilamtiyê di serî de şikandina îradeya jinê ji bo xwe kiriye hedefa pêşî. Pergala desthilatdar a mêr-dewletê, li ser vê bîrdoziyê xwe ava kir û bû dijminê herî mezin ê jin û civakê. Her ku çanda zilamtiya paşverû li ser jinê û civakê hate serwerkirin çanda şer, kuştin, tecewûz, qetlîam, bê exlaqî û bê wijdaniyê pêşket. Di serdema niha de pergala modernîteya kapîtalîst, li hemberî têkoşîna jinê û rabûna civakê ya li dora jinê êdî ketiye pêvajoyekî tarî. 

 

Tekoşîn gerdûnî be azadî nêz dibe

Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr, wê jin û civaka azad bi pêşxistina zanebûn û îrada azad, bi rêxistin û bilindkirina têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Civakeke azad a polîtîk û exlaqî jî dikare bi têkoşîna ku jin jê re pêşengiyê bike were avakirin. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hemberî serdestiya mêr û pergala wê ya desthilatdar serî radikin û têkoşîn dikin. Şiyarbûna jinê her ku pêşdikeve civak jî pê re şiyar dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê serhildana civakî ya di pêşengiya jinê de ku ev şeş mehê berdewam dike bandora xwe li tevahî jinan û civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku girîngî û bandora têkoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî jin nêzî têkoşîna azadiyê ye.

 

Paradîgmaya Rêber Apo azadiya jinê ye

Rêber Apo, di bin şert û mercên giran ê li girtîgeha Îmraliyê de paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê bi pêş xist. Paradîgma û têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertiya me bi pêşxist di roja îro de, bandora xwe li jinên cîhanê û hemû mirovahiyê dike. Têkoşîna jinên Kurd, îro bi saya vê keda mezin a Rêbertiya me daye hêvî dide jinên cîhanê û hemû mirovahiyê. Jinên cîhanê azadiya xwe û ya cîhanê di paradîgma Rêber Apo de dibînin. 

Ala têkoşînê ya bi felsefeya Jin jiyan azadî di sedsala 21’ê de, di destê jinê de bilind dibe, ew ê teqez bibe hîmê bingehîn ê azadiya jinê û ya civakê. Ev dema em tê de ne, ji bo tevahiya jinên cîhanê ji her demê zêdetir nêzî pêkanîna jiyana azad e. Em ê wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê, tim û daîm afirînerên têkoşîna azadiya jinê bikin pîvana serketina têkoşînê. Di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya jinê têkoşînê bilindtir bikin. Em bang li hemû jinan dikin bila cihê xwe di nav têkoşîna hevpar ya jinê de bigrin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.