Pêvajo bi pêşengiya jinan serdikeve
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:50
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat diyar kirin ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk destpê kirî, wê bi pêşengiya jinan bigihije serketinê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet bûn ku di Stêrk TV de hate weşandin. Sozdar Avesta û Evîndar Ararat têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin kirin. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser girîniya banga dîrokî ya Rêber Apo ku li hemû cîhanê deng veda û wiha got:“Rêber Apo pêvajoyek nû da destpêkirin. Piştî banga Rêber Apo, PKK’ê bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Eniya Kurd zelal e, ji her kesê zêdetir aştî, demokrasî, yekîtî û mafên xwe dixwaze. Bangê li raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bandoreke mezin çêkir. Divê her kesê ji bo bi ser ketina pêvajoyê daxuyanî dane, aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd xwestine bi rola xwe rabe. Di serî de gelê Kurdistanê, jinên Kurdistanê û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her demê zêdetir têkoşînê geş bikin. Daxuyaniyên erênî hatin dayîn, lê ev têrê nakin. Divê di qada siyasî û hiqûqî de gavên pêwîst bên avêtin. Tevgera me lewma agirbest îlan kir û bi rengekî hesas nêzî pêvajoyê bû. Ji bo çareseriya pirsgirêkê jî, xwedî biryardariyeke mezin e.”
Em weke mîladekê dibînin
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîn Ararat diyar kir ku Rêber Apo di her 8’ê Adarê de hewl dide mizgîniyekê bide jinan û got:“Em vê banga dîrokî ya Rêbertî, weke mîladekê dibînin. Ji ber ku Rêber Apo bi vê pêngavê dixwaze sînorên netew dewletê derbas bike, parçebûna ku netew dewletan di nava gel û baweriyan de çêkirî biguhere, ji bo aştî were herêmê dixwaze sîstemeke demokratîk û aştiyane ava bike. Hêzên navneteweyî di 200 salên dawî de ji bo berjewendiyên xwe, pirsgirêka Kurd bi kar tînin, Rêbertî jî niha li dijî vê yekê li ser bingehê xwişk-biratiya gelan û yekîtiyê dixwaze civakeke demokratîk ava bike. Ev rewş wê ji bo jinan jî avantajeke mezin çêbike, ji ber ku herî zêde jin ji van krîz û şeran bandor dibin. Lewma banga Rêbertî deriyê jiyaneke hîn demokratîk û azad ji jinan re vedike.”
Divê jinên Tirkiyeyê tevlî pêvajoyê bibin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, jî destnîşan kir ku 26 sal in Rêber Apo di esaretê de ye û paradîgmaya civaka demokratîk a di vê pêvajoyê de Rêber Apo bi pêş xistiye bandoreke mezin kiriye û wiha got:“Têkoşîna jinên Tirkiyeyê jî gelekî bi qîmet e. Jinên Kurd jî li vê derê kedeke mezin dan. Bi hev re têkoşiyan. Lê belê divê ev parçebûna ji aliyê zîhniyeta netewe dewletê ve hatiye çêkirin, êdî ji holê bê rakirin. Ez ji vir bang dikim; Divê hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn bi awayeke rasttir nêzî 8'ê Adarê û pêvajoya pêş bibin. Divê ji xwendina ramanên Rêber Apo û naskirina Tevgera Azadiyê netirsin. Jin û ciwan wê di vê 8' ê Adarê û Newrozê de jî erka xwe ya dîrokî bi cih bînin. Li ser vê bingehê ez hemû ciwanên Kurdistanê, ciwanên enternasyonalîst, dostên me, her kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kete nava tevgerê, ji xelatgirên Nobelê yên ji bo azadiya fîzîkî tevlî pêngavê bûn heta her kesên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dua kirin, 8'ê Adarê û Newrozê pîroz dikim. Careke din bang li hemû jinan, bi taybetî bang li Dayikên Aştiyê, dayikên gerîla, dayikên girtiyan, jinên têkoşer, gerîlayên azadiyê ku 50 sal in di nava vê têkoşînê de cih digirin dikim; Azadî ji her demê bêhtir nêz e û destketiyên di encama hewldanên we yên mezin ên heta niha de hatine bidestxistin wê mayînde bibin.
Rêbertiyê berpirsiyarî da ser milê jinan
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ararat bi wesîleyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ev peyam da:"Ev 8'ê Adarê ji 8'ê Adarê yên berê cudatir e. Ji bo serketina vê pêvajoyê Rêbertî berpirsyarî daye ser milê jinan. Em 8'ê Adarê hem bi hestên vê berpirsyariyê hem jî bi coş û kelecana pêngava ji aliyê Rêbertî ve hatiye avêtin, pêşwazî dikin. Me saleke giran li pey xwe hişt ku hem destketî hem jî êşên mezin lê bûn. Ji ber vê yekê divê 8'ê Adarê ya îsal li her qadê bi awayekî girseyî, bi beşdariya hemû jinan ji 7 salî heta 70'ê salî were pîrozkirin. Li vir pêşengiya jinên ciwan gelekî girîng e. Niha li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirine jî, bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê tên cem hev. Ev jî bi banga Rêbertî ve girêdayî ye. Ev coş jî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibe wesîle. Divê em bi vê îdîa, biryardarî û têkoşînê beşdarî pêvajoyê bibin. Divê em 4'ê Nîsanê bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertî re misoger bikin. Bi vê wesîleyê ez 8'ê Adarê li Rêbertî, hemû jinên têkoşer, hevrêyên me û dayikên me yên li her qadê xebitîn û berdêl dan û li ber xwe dan, pîroz dikim."
NAVENDA NÛÇEYAN