Jin divê şoreşê bikin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 01:12

Derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakvana civaka sivîl Esma Zêbarî ji Rojnews re axivî. 

Esma Zêbarî got, rewşa jinan û azadiya fikir û raman a li Herêma Behdînanê di asteke xirab de ye: “Her tim ji bo jinan astengî û pirsgirêk tên çêkirin. Bandora civakê li ser heye, ji bo vê divê jin ji bo serkeftina xwe bi dest bixe, şoreşê bike. Hinek jin dengê xwe derdixin, lê bi giştî ti azadiyek raman nîne. Di perwerdeya civakê de, dibistanan de cûdahiya rêgezî gelek serdeste. Mirov nayên nirxandin û tenê li ser cûdahiyên zayendî têne darizandin. Ji bo vê pêwîste jin bizanin ku dikarin her karekî bikin.”

 

Divê zarok bên hişyarkirin

Di dewamê de jî Esma Zêbarî bang li dayîk û bavan kir û got; “Divê dayîk û bav rêya rast nîşanî zarokên xwe bidin û bi wan re bibin alîkar. Ji wan re bêjin karê we xwendine û ev yek gelek girîng e. Ji ber ku ne wisa be wê ew zarok xeyalên wî belav bibe û di temenek biçûk de bizewicin. Pêwîste di civak û dibistanan de zarok bên hişyarkirin.”

Esma Zêbarî di dawiya axaftina xwe de dibêje; “8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, bi taybet li hemû jinên Kurdistanê pîroz dikim. Divê em dakevin kolanan û daxwaza mafê xwe bikin. Maf ne ewe tu tenê hinek kar bikî, maf ewe ku di nava civakê de cihek te hebe.”

ROJNEWS/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.