Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê du hefte li pey xwe hiştin. Bi qetilkirina Jîna Amînî, vê serhildanê dest pê kir. Jinek ciwan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin û li dijî vê yekê jî xelk rabû ser piyan. Ev rabûn ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de li bajarên Îranê jî belav bû. Rejîma ku zilmê li xelkê dike, bûye belayeke mezin. Bi taybetî jî jin di hedefa vê zilmê de ne. Qaşo li gorî exlaqê wan, divê jin sergirtî be. Lê xuya ye ku ew zincîrên koledariyê tên şikandin. Di vê sedsalê de ku êdî her kes hay ji her tiştî heye, ferzkirina hin tiştan nayê qebûlkirin. Jinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî doza vê yekê dikin.
Piştî qetilkirina Jîna Amînî dengvedaneke mezin çêbû. Ev dengvedan jî bi destê Kurdan bû. Çawa ku şoreşa li Rojava bi destê jinan xurt bû, heman tişt ji bo Rojhilat jî lê ye. Jinan li Rojava pêşengî ji têkbirina DAIŞ'ê re kir. Jinan li Rojava pêşengî ji rizgarkirina gelek deverên dagirkirî re kir. Heger em vegerin salên piştî 2014'an, ev yek wê baş were dîtin. Jinan li Kobanê, Reqa, Şengal û gelek deveran destan nivîsandin. Heman tişt li Rojhilatê Kurdistanê jî heye.
Rejîma Îranê zilmeke bêsînor li ser jinan dimeşîne. Ne tenê jin, tevahiya civakê jî di bin vê zilmê de ye. Heger ev zilma li ser jinê bi dawî bibe, wê tevahiya civakê nefesê bigire. Em ji çalakiyên pêk tên jî vê dibînin. Jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nefesek da civakê. Bi van çalakiyan bûn dengê civakê. Bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" li qadan dengê jiyaneke azad bilind dibe. Ji bo piştgiriya wan li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê xelk rabû ser piyan. Li qada navneteweyî dengvedaneke mezin çêbû. Daxwaza her kesî guhertina vê rejîma faşîst e. Jin bi çalakiyan daxwazên xwe tînin ziman. Lê rejîma Îranê dîsa jî bi êrişan bersivê dide. Hê jî jinan qetil dike û xwe mafdar dibîne. Li dijî rejîmeke ew çend barbar û faşîst berxwedan lazim e.
Jinên Kurd li bakurê Kurdistanê berdelên giran dan û bi ser faşîzmê de meşiyan. Îro li Rojhilatê Kurdistanê jî heman tişt diqewime. Jinan ji bo ku qedera xwe diyar bikin, mirin daye ber çavê xwe û bi ser faşîzmê de dimeşin. Li rojhilatê Kurdistanê agirê azadiyê bi destê jinê pêketiye. Jin, azadiyê temsîl dike û azadî bi destê jinê tê. Civakeke ku jin tê de tinebe, ew civak mirî ye. Devera ku jin lê nebe ew dever bê wate ye. Lewma jî jin rengê jiyanê ye. Rejîmên faşîst û dîktator her tim dixwazin jinê û hêza jinê têk bibin. Li gorî wan divê jin tine be û hebûna wê bi koletiyê pênase dikin. Lê êdî ew tişta ku ew rejîm dixwazin, pêk nayê. Îro bi pêşengiya jina Kurd şoreşekê dest pê kiriye. Jina Kurd hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn pêşengiya vê şoreşê dikin. Me ev yek li Rojava dît. Dîsa ji Tirkiyê heta bi gelek deveran, îradeya jina azad heye.
Heger jin rabe, tevahiya civakê wê cesareta azadiyê bi xwe re bibîne. Li Rojhilatê Kurdistanê îro ev diqewime. Jina ku bi salan hatiye tepisandin, doza azadiyê dike. Bi van çalakiyên dawî re jî bêhna azadiyê kiriye. Êdî serîhildanekê dest pê kiriye. Ev raperîn wê hin guhertinan bi xwe re bîne. Heger çalakî bisekinin jî têkoşîna jinên li Rojhilat û li Îranê wê bi dawî nebe. Dibe ku sibe hê bêtir rexistinbûyî pêk were. Jin hêza xwe bikin yek, dikarin gelek tiştan biguherin. Biryara jiyaneke azad di destê jinê de ye. Ji bo vê yekê cesareteke mezin lazim e. Jin bi vê cesareta xwe wê tevahiya civakê azad bikin. Heger îro tên qetilkirin jî berdêla wê didin. Jin dizanin ka dawiya vê têkoşînê wê encameke çawa bi xwe re bîne. Lewma bêtirs bi ser faşîzmê de diçin. Heger jin jiyan be, jiyan jî azadî ye. Azadî di destê jinê de ye.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh