Armîta şehîd kirin Şîna wê qedexe kirin

Yekşem 29 Cotmeh 2023 - 16:03

Jina ciwan a 16 salî Armîta Girawend, ji ber êrişa polêsên hîcabê yên rejîma Îranê, li rawestgeheke Metroya Tehranê ya 1´ê Cotmehê (beriya bi 29 rojan) ketibû komayê. Armîta ya 16 salî pêr canê xwe ji dest da. Rayedarên nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jixwe 22´yê Cotmehê, gotibûn, mejiyê Armîtayê miriye. Lê ecêba ji ecêban ew e ku rejîma Îranê hem bi êrişa xwe Armîtaya ciwan kire komayê û hem jî piştî ku şehîd bû, li malbata wê qedexe dike ku li Kirmaşanê taziyê ji bo keça xwe deyne û merasimên bi her rengî yên ji bo cenaze jî li malbatê tên qedexekirin.  

Malbata Armîta Girawendê, xwest cenazeyê keça xwe bibe bajarê xwe Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, lê rejîma Îranê destûr neda malbatê.

 

1´ê Cotmehê Armîta kiribûn komayê

1’ê Cotmeha bihurî Armîta Girawend  a 16 salî ya ji xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îranê Tehranê, qebûl nekir ku hîcabê bide serê xwe.

Li ser vê yekê hêzên rejîmê li rawestgeheke Metroya Tehranê de êrişî Armîta Girawendê kir û di encamê de kirin ku Armîtaya 16 salî bikeve komayê.

Armîta 28 rojan di komayê de ma û pêr şehîd bû. Armîta li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, şehîd bû.

 

Îtlaetê gef li malbatê xwarin

Li gorî çapemeniya Îranê, dema malbatê xwestiye cenazeyê keça xwe bibe Kirmaşanê da ku li welatê xwe veşêre, hêzên rejîmê rê nedaye malbatê.

Li gorî van nûçeyan û çavkaniyên nêzî malbatê, berpirsên îstixbarata Îranê, “Îtlaet”ê gef li malbatê xwarine, ji malbatê re gotiye, nabe bi ti rengî ji bo şehîd Armîtayê li Kirmaşanê taziye bên qebûlkirin û merasîm ji bo wê bêîn lidarxistin. Li gorî heman çavkaniyan hêzên rejîma Îranê ji malbatê xwestine, taziye li Tehranê bê danîn û cenaze li goristana Beheştî Zera ya li Tehranê were veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.