- Xwendekareka jin a li kampusa Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê dima, li dijî qaîdeyên xwenixumandinê yên rejîma Îranê li jinan ferz dike, cil û bergên xwe ji xwe kir û ev ferzkirine protesto kir. Xwendekara ku tenê bincil li ser man, piştre hate binçavkirin.
Dîmenên çalakiyê ji hêla rojnameya xwendekaran Amîr Kabîrê ve li ser hesabên medyaya dijîtal hate parvekirin û dîmen li poleke li hewşê dinihêrt hatiye kişandin. Di dîmenî de xwendekara jin tenê bi bincilan xuya dike. Xwendekar, bi vî awayî li hewşê digere û piştre li ser cadeya sereke ya li pêşiya dibistanê digere. Dema li ser cadeyê dimeşiya, li wesayîteke spî hate siwarkirin û hat binçavkirin.
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Îranê bûyer duh ragihand. Di parvekirina saziyê de wiha hate gotin: “Peywirdarên ewlehiyê yên Zanîngeha îslamî Azadê li xwendekaran qaîdeyên xwenixumandinê ferz dike. Xwendekara behsa xeberê jî bi derxistina cilûbergên xwe ev yek protesto kir.” Bi domdarî Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku navê xwendekarê nehatiye zanîn û îdia hene ku di dema binçavkirinê de lêdan xwariye û rastî tundiya zayendî hatiye. Rêxistinê xwest ku ji bo ev îdiaye bi awayeke serbixwe û bêalî bên lêkolînkirin, ji bo parastina wê ya ji îşkence û muameleya xerab a di bin çavan de, divê destûr were dayin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. TEHRAN