Hêzeke me ya wek Ahûyê heye

Duşem 18 Mijdar 2024 - 02:35

Aktîvîst Shaghayegh Noruzî ya bal kişand ser çalakiya xwendekara zanîngehê Ahû Deryayî da zanîn hêzeke wan a wekî Ahûyê heye û wiha got:"Ahû Deryayî aktîvîsteke wêrek bû û wisa dihat nasîn. Li gorî gotinên hevalên wê yên zanîngehê tevlî gelek çalakiyên zanîngehê bûye. Her wiha Ahû ji bo zarokên xwe xwedî bike dixebite û li aliyekî jî diçe zanîngehê."

 Berxwedana jinan a ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Tehrana paytexta Îranê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir, li her qadê xwe nîşan da. Di 2’yê Mijdarê de, xwendekara Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê Ahû Deryayî çalakiya protestoyî li dijî zextên li hember cil û bergan li dar xist. Piştî çalakiyê Ahû Deryayî hat girtin û bi hinceta "Hişê wê ne li serê wê ye" rakirin nexweşxaneyê. 

 Derbarê berxwedana Îranê û rewşa dawî ya Ahû Deryayî de aktîvîsta îranî Shaghayegh Noruzî axivî. 

 Ahû aktîvîsteke wêrek bû

 Shaghayegh Noruzî, da zanîn ku derbarê Ahû Deryayî de tu agahî bi dest nexistine û wiha pê de çû: "Ahû Deryayî aktîvîsteke wêrek bû û wisa dihat nasîn. Li gorî gotinên hevalên wê yên zanîngehê tevlî gelek çalakiyên zanîngehê bûye. Her wiha dayika 2 zarokan e û ji hevjînê xwe veqetiyaye. Her wiha piştî çalakiyê Ahûyê, hikûmetê hevjînê wê derxist televîzyonê û daxwaza parvenekirina dîmenan kir. Ligel ku ev kes veqetiyaye jî dîsa derxistin televîzyonê. Her wiha Ahû ji bo zarokên xwe xwedî bike dixebite û li aliyekî jî diçe zanîngehê."

Nexweşxaneya derûniyê tehdît e

Aktîvîst Shaghayegh Noruzî, diyar kir ku Ahû Deryayî ya ku hat binçavkirin birine nexweşxaneya derûniyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ahû tenê li dijî zextên ferzkirina cil û bergan derket û ew birin nexweşxaneyê. Nexweşxaneya derûniyê li dijî jinan wek tehdîdek tê bikaranîn. Gelek caran jinan bi vê rêbazê tehdît dikin. Dixwazin çalakiyên jinan bê wate bikin. Em nizanin niha çi bi Ahûyê dikin û tenê dibêjin dermanên giran didin Ahûyê. Em nizanin gelo gardiyan an bijîşk derman dide Ahûyê. Ji ber ku ev rêbaz wek îşkenceyê tê bikaranîn. Em baş nizanin ku li kijan nexweşxanê ye. Bi taybetî em nizanin li ku ye. Agahiya ku reviyaye û piştre carekdin hatiye girtin heye. Lê belê em nizanin û em nikarin xwe bigihînin agahiyên rast."

Kes nikare jinan asteng bike

Aktîvîst Shaghayegh Noruzî, da zanîn ku li gelek herêmên Rojhilata Navîn berxwedana jinan heye û Îran ji wan herêman e û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hêj di 16 salî de derbarê jinan de biryaran didin. Dijminatiya dîktadoriya Komara Îslamî ya Îranê û dîktatoriya îslamî ya li hemberî jinan wek pergalekê ye. Li gelek herêmên Rojhilata Navîn jî heman tişt heye. Lê belê berxwedana ku derketiye holê tê wateya xwedîderketina li jiyana xwe. Êdî kes nikare jinan asteng bike."

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.