Li Îranê pêla gef û zextê !
În 7 Mijdar 2025 - 03:05

Ji destpêka meha Mijdarê ve li Îranê pêleke nû ya gef û zextê li dijî rojnamevan û lêkolîneran destpê kiriye. Jin û aktivîstên di qada medyayê de dixebitin bûn hedefa vê pêlê.
Raporên qadê û daxuyaniyên aktivîstên di qada civaka sivîl û medyayê de, nîşan didin ku ji destpêka meha Mijdarê ve li Îranê pêleke nû ya bi serdegirtina malên rojnamevan, lêkolîner, aktivîstên civakê, binçavkirin û bangîkirin destpê kiriye. Ev kes demek dirêj e di bin çavdêriyê û gefên saziyên ewlehiya Komara Îslamê ya Îranê de ne. Lê belê di rojên dawî de zêdebûna lêgerînên malan, destdanîna ser alavên şexsî û lêpirsînên tund zêde bûne.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di hefteyên dawî de çend rojnamevanên jin ku têkildarî jinan, protestoyên pîşeyî û der barê tundiya pergalê de nûçe çêkirine bangê wan hatiye kirin, gef li wan hatiye xwarin û hatine binçavkirin. Malbatên hinek girtiyan diyar kirin ku têkildarî rewşa wan a zagonî û cihê lê tên girtin de agahiya wan tune ye.
Rojnamevanek jin ku têkildarî mijarên jinan dixebite, nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: “Her çend hefteyan carek bangî min dikin. Gelek caran gef li min hatiye xwarin. Ji min re gotin ‘ger tu karê xwe bidomînî tu yê werî girtin.’ Min tiştek derzagonî nekiriye. Tenê ez der barê pirsgirêkên jinan de dinivîsînim. Lê belê ev xebat li dijî rejîmê weke gef tê dîtin.”
Rojnamevan da zanîn ku qada zextê tenê bi cihê kar re sînordar nîn e û got: “Dixwazin jiyana me, qadên me yên civakî û rast kontrol bikin. Ger em qebûl bikin, em ê neçar bimînin ji bo nefesgirtinê jî destûrê bixwazin. Ez dixwazim azad bim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo nifşên pêşerojê.”
Aktivîstên medyayê, diyar dikin ku domandina vê pêvajoyê dê rê li ber bêdengkirina qada civakî, bêagahîbûn û zêdebûna tirsa civakî veke, ev jî di aliyê pêşeroja civaka Îranê û azadiya îfadeyê de encamên xirab dê bi xwe re bîne.
NÛJINHA/SÎNE/MARÎA KADÎMÎ















