Aqûbeta 2 jinên ciwan nayê zanîn

Şemî 22 Adar 2025 - 00:53

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 19’ê Adarê de du jinên ciwan ên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatin birin.

Hate diyarkirin ku her du jinên hatin binçavkirin bi navê Evîn Ehmedî û Sarya Ehmedî xwişkên hevin û ji gundê Carçil yê ser bi bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ne. Rêxistinê destnîşan kir ku hêzên rejîmê bêyî fermana dadwer bi ser mala her du xwişkan de girtine û bi bikaranîna tundiyê her du xwişk binçavkirine. Hêjayî gotinêye ku li her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê berdewam in. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê jî Newroz tevî astengî û zextên rejîma Îranê bi coş û girseyî tê pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.