Xizmên Armîtayê kirin nezaretê

Duşem 30 Cotmeh 2023 - 16:20

Hat ragihandin ku di meresima cenazeyê Armîta Girawend a li paytexta Îranê Tahranê, parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh bi êşkenceyê hatiye binçavkirin. Rêxistina mafê mirovan Hengawê jî da zanîn ku di dema merasîma spartina axê ya cenazeyê Armîta Girawend de hêzên rejîma Îranê du xizmên wê jî bi hinceta rejîm şermezar kirine, kirine nezaretê. 

Polêsên hîcabê yên rejîma Îranê, 1´ê Cotmehê li Metroya Tehranê êîrioşî Armîta Girawend a 16 salî kiribû. di êrişa hêzên rejîmê de Armîtaya ciwan ketibû komayê û 28´ê Cotmehê jî şehîd bûbû.

Rejîma Îranê li malbatê qedexe kir ku cenazeyê keça xwe bibe Kirmaşanê, li wir veşêre. Li malbatê her wiha hat qedexekirin ku li Kirmaşanê malbat taziyeyan qebûl bike. Rejîma Îranê li ser malbatê ferz kir ku cenazeyê keça xwe li Tehranê veşêre. Di merasima cenaze ya li Goristana Beheştê Zara de zilamên rejîmê, parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh bi êşkence kire nezaretê.

Di meresima cenaze de zilamên rejîmê wekî din herî kêm du xizmên şehîd Armîtayê jî kirin nezaretê.

Hevjînê parêzer Nesrîn Sotudehê, Reza Handan ji AFP’ê got, "Hevjîna min di meresima cenazeyê Armîta Girawend de hat binçavkirin." 

Reza Handan da zanîn ku gava zilamên rejîmê hevjîna wî kirine nezaretê, lê xistine û êşkence lêkirine.

Nesrîn Sotudeh a 60 salî, sala 2012’an hêjayî xelata mafê mirovan a Sakharovê hatibû dîtin, van salên dawîn gelek caran hate girtin. 

 

Merg ber dîktator

Li aliyê din dîmenên li ser înternetê belav bûn, nîşan didin ku li hin bajarên Îranê, xasma li Tehranê, ji avahiyan slogana “Merg ber dîktator” (Mirin ji dîktator re) 
gotin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.