Jin jiyan azadî geş dibe

În 6 Cotmeh 2023 - 16:34

Yekşema bihurî hêzên polêsê hîcabê yê rejîma Îranê Armîta Gerawend bi giranî birîndar kiribû. Xwepêşandanên ji bo Garawand, bi berfirehî dewam dikin. 
Li paytexta Îranê Tehranê, Gaşt e Îrşad (Dewriyeyên Rehber yanî polêsên hîcabê) roja 1’ê cotmehê li stasyona metroyê bi hinceta ku Armîta Gerawend a 16 salî serê xwe negirtiye, birîndar kirin. Armîta Gerawend a 16 salî ya ji Kirmaşanê bi giranî birîndar bûbû; Armîta ya di komayê de li nexweşxaneya Fecr a Tehranê tê dermankirin û hêzên Îranê jî dor li nexweşxaneyê girtine. Li hin bajaran xwepêşandanên protestokirina birîndarkirina Armîta Gerawend dest pê kirin, û ev çalakî bi berfirehî dewam dikin.

Welatiyên ji bo Gerawend derketin kolanan li ser dîwaran nivîsên wek, “Keftarê pîr dîsa ferîşteyek piçûk kir qurban” hatin nivîsandin. 
 

Dayika Armîtayê kirin nezaretê

Hêzên dewleta Îranê, dayika Armîta Gerawendê, Şahîn Ehmedî jî pêr kiribû nezaretê. Heta nûçeya me dihat amadekirin jî Şahîn Ehmedî nehatibû berdan. Her wiha hat zanîn ku zextên li ser malbatê dewam dikin.

 

Piştgiriya hunermendî

Li aliyê din hunermendê Îtalî Gianluca Costantini jî ji bo piştgiriya bi şoreşa Jin jiyan azadî û Armîta Gerawend re wêneyekî wê xêz kir û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.